Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Mêrdînê 16ê Gulanê dest pê kir lê standên weşanxaneyên Kurdan lê nînin.
Pêşangeha 3yemîn a Pirtûkan a Mêrdînê di bin sîwana Parêzgarî û qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de tê lidarxistin û dê heta 24ê Gulanê didome.
Pêşangeh li Qada Fuarê ya Artukluyê tê lidarxistin û 56 weşanxane û 50 stand tê de cih digirin.
Gelek nivîskar û helbestvan ji bo rojên îmzeyê û panelan beşdarî bernameyê dibin.
Her çi qasî li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî gelekî zindî be jî, nebûna weşanxaneyên Kurdî balê dikişîne.
Tora Medyayî ya Rûdawê li ser tevlînebûn û venexwendinê nêrîna weşanxaneyên Kurdî wergirt.
Avesta: Sebeba bingehîn helbet Kurdbûn e
Birêvebirê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn diyar kir ku ew bi ti awayî nehatine vexwendin û got:
"Heta niha bi ti awayî em venexwendine, agahdar jî nekirine.
Em jî wekî her kesî ji medyayê hîn dibin. Ne tenê Mêrdîn, li deverên din jî qeyûm û wîlayet me ti carî dawet nakin.
Ez bi xwe Mêrdînî me, bi dehan nivîskarên me ji Mêrdînê hene, me bi dehan pirtûk li ser vî bajarî û derdorê çêkirine.
Wekî ku em tune ne tevdigerin. Sebeba bingehîn helbet Kurdbûn e.”
Abdullah Keskîn qala beşdariyên berê yên Weşanên Avestayê yên pêşangehên bi vî rengî kir û anî ziman:
“Wan 6-7 sal berê bi xeletî em dawetî Êlihê kir. Polîsan bi ser standa me de girt, dest danî pirtûkan û karmendê me girtin.
Pereyê pirtûkên ku bi kartên wîlayetê kirîn nedan. Ji ber van helwestan em jî naxwazin beşdar bibin lê jixwe haya me ji wan çênabe.
Ev encama siyaseta dewletê ye, dixwazin Kurdî bi qasî ku ew pêwîst dibînin hebe, dizanin weşanxaneyên Kurdî dê li wir derkevin pêş, ev jî li hesabê wan nayê."
Keskîn her wiha rexne li şaredariyên DEM Partiyê jî girtin û da zanîn:
"Helwesta şaredariyên DEM Partiyê jî wekî kopiyeke wan a xirab e.
Me dawet dikin lê her tim dixin kategoriya duyem û sêyem. Heta niha em diçûn lê em êdî naçin.
Tiştekî nakin, tiştên ji bo weşanxaneyên Tirkî dikin, ji bo yên Kurdî nakin.
Em ji bo xatirê Kurdî diçûn lê êdî em naçin.
Wekî din di gelek tiştan de helwestên ku ne layiqî şaredariyekê bin, nîşan didin.
Ji bo wê em beşdarî fuarên wan jî nabin."
Nûbihar: Di çavên rayedaran de meşrûbûna me çênebûye
Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk destnîşan kir ku 3 sal in ew nayên vexwendin û li pey çû:
"Birêvebiriya pêşangehê em dawet nekirine, 3 sal in ev pêşangeh çêdibê, ti salan em dawet nekirine.
Sedema wê sekna weşanxaneya me ye. Sedem ziman û mijarên pirtûkên me ne.
Em li ser ziman, dîrok û çanda Kurdan pirtûkan diweşînin.
Her çi qas em weşanxaneyên Kurdî tev jî li gorî qanûnên Tirkiyeyê ava bûne, me hemû şertên meşrûbûnê bi cih anîbin jî, xuyaye di çavên rayedaran de ev meşrûbûna me çênebûye.
Cara ewil beşa Kurdî li Zanîngeha Artukluyê vebû. Digotin dê Mêrdîn bibe yek ji navendên Kurdolojiyê.
Li Mêrdînê ew qas telebeyên beşa Kurdî hene. Îcar li vê sosretê binêrin, li cihê ku me digot dê bibe navendek Kurdolojiyê, li wê navendê pêşangeha pirtûkan vedibe, weşanxaneyeke Kurdî jî tê de cih nagire.
Ev tê çi wateyê, bila her kes li ser vê bifikire."
Sîtav: Stratejiya tunekirinê hîn didome
Weşanxaneya Sîtavê ragihand ku haya wan ji pêşangehê tune bûye heta ku dest pê kiriye û da zanîn:
"Wan gazî me nekiriye, ev polîtîkayeke dewletê ye. Naxwazin ziman û çanda Kurdî li ti deran bigihîje gel.
Berê bi tundî qedexe dikirin, niha wekî berê qedexe nakin lê belê hindî ji destê wan bê astengiyan derdixin pêşiya ziman û çanda Kurdî.
Ne tenê li Mêrdînê li hemû bajarên Kurdistanê yên ku qeyûm yan jî pêşangehên ku şaredariyên AKPyê çêdikin weşanxaneyên Kurdan beşdar nakin.
Wekî ku Kurd, weşangerên Kurd, zimanê Kurdî, çanda Kurdî tune ye tevdigerin.
Ev yek jî nîşanî me dide ku stratejiya wan a salên 1920an a tunekirin û helandina ziman û çanda Kurdî hîn jî didome û di vê stratejiyê de tiştek neguheriye, tenê rê û rêbaz guherîne."
Doz: Armanc tunekirina deng û rengê Kurdî ye
Weşanên Dozê jî bal kişand ser helwesta siyasî ya li hemberî weşangeriya Kurdî û diyar kir:
"Em nehatine vexwendin. Ev pêşangeh li dijî xebatên weşanxaneyên Kurdî ye.
Bi nêrîna me mijar ne sedemên aborî ne, ev helwesteke siyasî ye li hemberî weşanxaneyên Kurdî.
Ji ber ku ev pêşangeh ji aliyê Parêzgariya Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (Qeyûm) ve tê kirin, rayedar naxwazin Kurdî li wir bê dîtin û pirtûkên Kurdî werin standin.
Nebûna weşanxaneyên Kurdî û berhemên Kurdî kêmasiya herî mezin e.
Ji xwe armanc jî ji vê yekê ew e ku deng û rengê Kurdî li vî bajarê qedîm tune bikin û zimanê Tirkî li ser me ferz bikin."
Wardoz: Wan Kurdî qebûl nekiriye
Weşanên Wardozê ragihand ku venexwendin tê wateya qebûlnekirina Kurdî û got:
"Gazînekirin, qebûlnekirin e. Wan Kurdî qebûl nekiriye.
Naxwazin Kurdî di nav pergala bajaran de bi cih bibe, rengê Kurdî bikeve bajaran.
Divê li gorî prensîpa wekheviyê tev bigerin.
Sazî û dezgehên îdarî jî vê yekê qebûl nekin û wan hişyar bikin.
Li ser vê mijarê nûçe werin çêkirin û ew sazî werin teşhîrkirin û hişyarkirin.
Ji bo weşanxaneyên Kurdî divê derfetên baştir werin pêşkêşkirin.
Divê bi awayekî eşkere ji wan were pirsîn bê sedema vê çi ye."
Dara: Em beşdarî fuarên qeyûman nabin
Birêvebirê Giştî yê Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev jî bi kurtasî ev nirxandin kir:
"Em nehatin vexwendin. Ji ber ku qeyûm naxwaze û newêre gazî weşanxaneyeke Kurdî jî bike.
Heger gazî bikira jî em bi xwe beşdarî fuarên qeyûman nabin.
Texmîna min ji sedî 90ê weşanxaneyên Kurdî jî dê beşdar nebûna.
Em ne mixetabê wan in, em dê 15 roj şûn de bi xwe fuareke pirtûkan li Mêrdînê li dar bixin.
Em dê bi pêşengiya Baroya Mêrdînê di vê fuarê de têra xwe Kurdî derxin pêş."
