Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, ji her 10 ciwanan 4 ciwan naxwazin bizewicin.
Her wiha rêje û xwesteka anîna zarokan jî kêm bûne.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê encamên lêkolîneke nû eşkere kirin.
Ev lêkolîn bi hevkariya Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Enstîtuya Sosyalê hatiye amadekirin.
Lêkolîn li 12 parêzgehan û li ser 6 hezar û 530 malbatan hatiye kirin.
Di vê çarçoveyê de bi 10 hezar û 408 kesan re rû bi rû hevdîtin hatiye kirin.
Ciwan naxwazin bizewicin
Lêkolînê derxist holê ku temenê zewacê bilind dibe û rêjeya anîna zarokan jî kêm dibie.
Yek ji encamên herî balkêş ên lêkolînê li ser ciwanan bû.
Li gorî amaran, rêjeya ciwanên ku zewacê nafikirin nêzîkî ji sedî 40 e.
Her wiha hat dîtin ku temenê îdeal ê ji bo zewaca yekem her ku diçe bilindtir dibe.
Xwesteka anîna zarokan kêm dibe
Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku xwesteka li ser hejmara îdeal a zarokan jî kêm bûne.
Mahînur Ozdemîr Goktaşê destnîşan kir ku hejmara navînî ya anîna zarokan di nav nifşan de bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Lê tevî vê yekê, ji sedî 90ê beşdarên lêkolînê bawer dikin ku hebûna zarokan hesta malbatbûnê xurt dike.



