Hewlêr (Rûdaw)
- Li gorî agahiyên
nûçegihanê Rûdawê yê li Dadgeha Resafeyê, dadwer cezayê bidarvekirinê li Ecac
Tikrîtî birî ku bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê
naskirin.
Li Dadgeha
Resafeyê ya li Bexdayê rûniştina duyem a darizandina Ecac Tikrîtî hat kirin.
Dadgehê piştî
nirxandina belge û îfadeyan, biryara bidarvekirina Ecac da.
Eyad Kakeyiyê
parêzerê Enfalbûyiyan ê di doza Ecac de 13ê Gulana 2026an ji Rûdawê re got:
"Di
rûniştina borî de îfadeyên gilîkeran hatin girtin û tohmetbar jî bi zelalî li
sûcên xwe mikur hat.
Vê yekê karê
dadgehê hêsan kir da ku biryara dawî bide."
Li hinek sûcên
xwe mikur hat
Berdevkê Dezgeha
Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm hefteya borî ragihand ku Ecac li
tawanên destdirêjiya li ser keçên girtî û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye.
Celadê
Nugreselmanê
Ecac Tikrîtî 31ê
Tîrmeha 2025an hatibû girtin, ew di dîroka Enfalê de wekî yekî ji wan navan tê
naskirin ku li Zîndana Nugreselmanê li hemberî Kurdên girtî "hovîtî"
kiriye.
Tê payîn ku di
rûniştina îro de nûnerên Wezareta Şehîd û Enfalbûyiyan, rêxistinên mafên
mirovan û hinek xizmên qurbaniyan amade bin.
7ê vê mehê 26 şahidan
û xizmên Enfalbûyiyan li pêşberî dadwer sonda yasayî xwaribû û hûrgiliyên wan
sûcan gotibûn ku li Nugreselmanê li hemberî wan hatibûn kirin.
Hinek tawanên
wî
Ew bi
şehîdxistina gelek kesên di Zîndana Nugreselmanê ya li parêzgeha Musenayê
(Îraq) tê tawanbarkirin.
Eyad Kakeyî diyar
kir ku wî îfadeyên Ecac ên dema lêpirsînê dîtine û Ecac li tawanên xwe mikur
hatiye û gotiye:
"Min serê
sisê danan yek semûn dida Enfalkiriyên Zîndana Nugreselmanê û min avek dida wan
ku nedihat vexwarin da ku bimirin.
Kesên ku canê xwe
ji dest dida, ji zîndanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin; ji ber ku
axeke kêm bi ser wan dihat dakirin termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên
wan dixwarin."
Li gorî agahiyên
dosyayê, Ecac sala 1962yan li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û sala 1986an
Koleja Ewlehiya Neteweyî qedandiye û li başûrrojhilatê Selahedînê hatibû
girtin.
Eyad Kakeyî da
zanîn ku Ecac di dema lêpirsînan de li wê yekê mikur hatiye ku ew dema Enfalê
berpirsê Zîndana Nugreselmanê bûye.