Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî bi helkefta salvegera 13emîn a damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê, peyameke pîrozbahiyê ji birêvebirê giştî û karmendên Rûdawê re sand.
Qasim Erecî diyar kir ku şopa Rûdawê di çespandina medyayeke berpirsyar de eşkere ye.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî di peyama xwe de tevî pîrozbahiyê, pesnê "rola pîşeyî û objektîv" a Rûdawê ya di gihandina nûçe û rûdanan de da.
"Saziyeke medyayî ya pêşeng e"
Erecî di peyama xwe de got, "Bi helkefta salvegera 13an a damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêş dikin.
Ev peyam wekî rêzgirtinekê ye ji bo wê rola pîşeyî ya resen a Rûdawê û beşdarbûna wê ya di çespandina medyayeke berpirsyar û veguhastina rûdanan de ku bi awayekî pîşeyî û objektîv kar dike."
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê her wiha da zanîn ku Tora Medyayî ya Rûdawê di maweyê xebata xwe de karîbûye wekî "yek ji saziyên medyayî yên pêşeng" cihê xwe çêbike.
Wî amaje pê kir ku ev serkeftin "bi saya pabendbûna bi pîvanên pîşeyî û pêşkêşkirina naverokeke hevseng pêk hatiye ku li gel guherînên navxweyî û navneteweyî têkildar e."
Dîroka Tora Medyayî ya Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Berî ku wekî toreke medyayî dest bi kar bike, Rûdaw ji du heftenameyên çapkirî pêk dihat.
Weşana siyasî û giştî ku hejmara wê ya ewil 5ê Nîsana 2008an derketibû û weşana werzişî ku wê jî 4ê Hezîrana 2008an dest bi weşanê kiribû.
Ji bo ku li gel guherînên dîjîtal ên cîhanê bimeşe û ji bo parastina jîngehê, weşana werzişî 1ê Kanûna Paşîn a 2019an (hejmar 530) û weşana giştî jî 24ê Sibata 2020î (hejmar 593) hatin rawestandin.
Çavkaniya sereke ya nûçeyan
Rûdaw hewl dide ji bo ku her tim nêzîkî xelkê be nûtirîn teknolojiyên qada ragihandinê bi kar bîne.
Di televîzyonê de bi her du zaravayên Kurmanciya jorîn û jêrîn weşanê dike.
Di portal û medyaya civakî de jî bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkî nûçe û berhemên xwe digihîne şopîneran.
Ev tora Kurdistanî ya pirzimanî heta niha bi dehan xelatên cîhanî û navxweyî wergirtine.
Rûdaw bi saya pîşeyîbûn, şarezayî û pêbaweriya xwe, ji bo ajansên herî navdar ên cîhanê bûye çavkaniya sereke ya nûçeyên Kurdistan û herêmê.
Ajansa AFP, Associated Press (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê ENEX ji berhemên Rûdawê sûdê werdigirin.
