Hewlêr (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Kamkaran a bi pêşengiya Erdeşîr Kamkar piştî 25 salan xwe amade dike ku li Amedê derkeve ser dikê.
Koma Kamkaran ku wekî nûnera girîng a muzîka Kurdî ya di qada navneteweyî de tê nîşandan, piştî 25 salan dê li Amedê konserekê bike.
Hat ragihandin ku konser dê 12ê Hezîranê demjimêr 21:00ê li Dika Vekirî ya Parka Sumerê were lidarxistin.
Tê pêşbînîkirin ku ev bername yek ji hevdîtinên çandî yên girîng be ku piştî demeke dirêj ji bo guhdarên muzîkê yên li Amedê pêk tê.
Di daxuyaniya li ser konserê de ev agahî hatin dayîn:
“Piştî 25 salan li Amedê konsereke dîrokî!
12ê Hezîrana 2026an - 21:00
Dika Vekirî ya Parka Sumerê”
Koma muzîkê ya Kamkaran ku mîrateya kûr hildigire, kevneşopiyên dewlemend ên muzîka Kurdî bi dîsîplîna muzîka klasîk hûnandiye û derxistiye ser dikên cîhanê.
Koma muzîkê ya Kamkaran ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Rojhilata Navîn heta festîvalên navneteweyî li gelek erdnîgariyan derdikeve ser dikê.
