- Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Rewşenbîrê weşana akademîk a
Cudî Akademiyê ye.
Kovarê di hejmara xwe ya nû de mijareke hestyar û stratejîk kiriye rojev.
Sernavê vê hejmarê "Ji duh heta îro, serpêhatiya Kurdan a li ser maseyên muzakereyan" e.
Kovar bi lêkolîn û analîzên kûr hewl dide perspektîfeke rexnegir ji bo dîplomasiya Kurdan pêşkêş bike.
Akademîzm û dîjîtalbûn
Kovara Rewşenbîrê bi 3 zimanan tê weşandin ku ew jî Kurdî, Îngilîzî û Tirkî ne.
Zimanê sereke Kurdî ye lê ji bo her nivîsê kurteyeke bi Îngilîzî û Tirkî hatiye amadekirin.
Her wiha xwîner dikarin bi rêya QR kodên li binê nivîsan bi awayekî dîjîtal bigihêjin naveroka nivîsan.
"Dîplomasiya Kurdan di qada şer de serkeftî ye lê li ser maseyê lawaz e"
Birêvebirê Giştî yê Weşana Kovarê Fethî Kaya diyar kir ku bipêşketinên heyî yên li çar parçeyên Kurdistanê ducarebûna bûyerên 100 sal berê ne.
Fethî Kaya li ser dîplomasiya Kurdan got:
"Dema em dîroka dîplomasiya Kurdan dinirxînin em dibînin ku Kurd di qada şer de xwedî berxwedaneke serkeftî ne.
Lê di warê mizakereyan de pir caran di pozîsyoneke lawaz de mane.
Ev ne tenê bi hêza leşkerî ve girêdayî ye, bi sîstema navneteweyî û aktorên xwedî stratejî ve jî girêdayî ye."
Kaya bal kişand ser girîngiya vê hejmarê û destnîşan kir:
"Pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê û Şamê, dînamîkên nû yên li Rojhilatê Kurdistanê û bipêşketinên li Tirkiyeyê nîşan didin ku Pirsgirêka Kurdan careke din ketiye nav trafîkeke dîplomasiyê ya dijwar."
Dosyayên girîng ên vê hejmarê
Kovara Rewşenbîrê bi nivîsên pisporan dîroka dîplomasiya Kurdan ji çend aliyan ve ronî dike.
Şakir Epozdemîr pêwendiyên Osmanî û Kurdan û rola Îdrîsê Bedlîsî rave dike.
Sevda Birûkî Peymana Sevr û Lozanê dinirxîne.
Dr. Avnî Kiliç jî pêwendiyên Şêx Mehmûdê Berzincî yên bi Îngilîz û Tirkan re dinirxîne.
Sevîl Aral û Zinar Barbeşî li ser girîngiya "hêzên garantor" û mekanîzmayên aştiyê radiwestin.
Çetîn Nezan jî federasyona Herêma Kurdistana Îraqê wekî mînakeke serkeftî ya dîplomasiyê destnîşan dike.
Naverokeke dewlemend
Hejmara nû ya Kovara Rewşenbîrê bi van sernavên sereke derket:
Maseya mizakereyê qada hêzê ye, ne qada niyeta pak e!
Li Tirkiyeyê statuya Kurdan: Pêkhate ne yan damezirêner?
Guhertinên tektonîk ên li Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser pêwendiyên Kurdan û Îsraîlê.
Hevpeyvîna bi Prof. Dr. Kemal Suleymanî re: Pêwîstiya bi stratejiya qisawetê.
Teknîka Pêdagojiyê ya Kurdên Transkafkasyayê (1928).
Kovara Rewşenbîrê bi vê hejmarê re ji bo têgihîştina dîroka dîplomasiya Kurdan çavkaniyeke agahiyan a girîng pêşkêşî xwînerên xwe dike.
