Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê di çalakiyekê de 3 kurtefîlmên derhênereke Kurd hatin nîşandan.
Federasyona Cîhanî ya Kurdan ev çalakî saz kir.
Fîlm behsa rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya di serdema desthilata Beşar Esed de dikin.
Serokê Federasyona Cîhanî ya Kurdan Rêbaz Necm îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Rêbaz Necm got, "3 kurtefîlmên derhênera Kurd Şam Cûlî di çalakiyê de hatin nîşandan. Ji xeynî Kurdan, mêvanên Alman wekî temaşevan beşdar bûn."
Naveroka fîlman
Serokê Federasyona Cîhanî ya Kurdan behsa naveroka fîlman jî kir.
Necm diyar kir ku fîlmek li ser wê yekê bû ku berpirsên desthilata Beasê êş û azar didan jinên Rojavayê Kurdistanê.
Her du fîlmên din jî qala şkence û azardayîna welatiyan a li zindanên Sûriyeyê dikir.
Rêbaz Necm da zanîn ku binnivîsên Almanî û Îngilîzî li kurtefîlman hatine zêdekirin da ku beşdarên çalakiyê ji naverokê fêm bikin.
Federasyona Cîhanî ya Kurdan
Li Almanya, Belcîka û Qibrisê ofîsên Federasyona Cîhanî ya Kurdan hene.
Her wiha li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê jî ofîsên wê hene.
Rêbaz Necm destnîşan kir ku armanca wan "xizmetkirina ziman, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê ye."
Dirûşma Federasyona Cîhanî ya Kurdan "Yek dezgeh, yek niştiman" e.
Ev federasyon xwe wekî "dezgeheke serbixwe ya navneteweyî" pênase dike.
