Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, di nav hewldanên ji bo parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî de gaveke nû hat avêtin.
Navenda Komê ya Dublajê ya ku karê dublajê dike hat vekirin.
Ev navenda ku fêkiya xewneke 14 salan e, armanc dike ku berhemên hunerî û sînemayî yên cîhanî bi zimanê Kurdî bigihîne temaşevanan.
Navend bi taybetî dixwaze zarokên Kurd ji bandora zimanên biyanî biparêze.
Birêvebirê Navenda Komê ya Dublajê Lazar Elî bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Lazar Elî ragihand ku ramana damezirandina navendeke bi vî rengî ne nû ye û anî ziman:
"Ev proje ramaneke sala 2012an bû ku bi çend hevalan re li cem me çêbû.
Me dixwest em dengekî Kurdî bidin berheman lê mixabin ji ber destpêka aloziyên li Sûriyeyê û şerê ku rû da, em neçar man ku vê projeyê bi paş bixin.
Piştî gelek salan, me karî vê xewnê pêk bînin û dest bi kar bikin."
Lazar Elî bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a vê gavê û li pey çû:
"Em dibînin ku zimanê me yê Kurdî, bi taybetî di nav nifşê nû de lawaz dibe.
Zarokên me li Rojavayê Kurdistanê bi piranî xêzefîlman û bernameyên bi zimanê Erebî temaşe dikin.
Ev yek bandoreke neyînî li zimanê wan ê dayîkê dike.
Armanca me ya sereke ew e ku em alternatîfeke Kurdî pêşkêşî wan bikin ku hem ji naveroka berheman kêfxweş bibin, hem jî zimanê xwe baştir û bihêztir bikin."
Ji xêzefîlman heta belgefîlman
Navenda Komê ya Dublajê plan dike ku qadeke berfireh a berheman veguherîne ser zimanê Kurdî.
Di serî de giringiyeke mezin dê bidin xêzefîlman û berhemên taybet ên zarokan.
Li gel vê, fîlmên sînemayî, rêzefîlm û belgefîlmên ku ji aliyê naverokê ve dewlemend in jî dê werin dublajkirin.
Di qonaxa destpêkê de hemû kar dê bi zaravayê Kurmancî werin kirin lê belê Lazar Elî tekez kir ku ev tenê destpêk e û di planên wan de heye ku zaravayên din ên zimanê Kurdî jî li gorî derfetan tevlî karê xwe bikin.
Lazar Elî li ser pîvanên hilbijartina berheman diyar kir:
"Em dê bi baldarî tevbigerin. Berhemên ku em hildibijêrin divê nêzîkî çand û kevneşopiyên civaka me bin.
Em dê ti carî berhemên ku bêrêziyê li nirxên me yên civakî an olî bikin an jî dijmintiya gelê Kurd û zimanê wî bikin qebûl nekin.
Rêzgirtin ji bo temaşevan û civakê xeta me ya sor e."
Projeyeke serbixwe bi armancên mezin
Ev navend wekî destpêşxeriyeke serbixwe û taybet dest pê kiriye û heta niha ji ti sazî yan rêxistinên fermî piştgirî wernegirtiye.
Tîma destpêkê ji nêzîkî 10 kesan pêk tê lê armanc ew e ku ev hejmar bi awayekî berbiçav zêde bibe.
Birêvebirê navendê Lazar Elî eşkere kir:
"Em dixwazin derfetên kar ji bo herî kêm 50 kesî peyda bikin û eger proje mezin bibe, dibe ku ev hejmar bigihêje 100 kesî jî."
Ji bo pêkanîna vê armancê, navend dê ji bo kesên xwedî şiyan perwerdeyên taybet ên endezyariya deng, mîks û lîstikvaniya deng li dar bixe.
Bi vî awayî ew dixwazin kadroyeke profesyonel ava bikin.
Her çend di paşerojê de ramanên wekî berhemanîna fîlmên resen jî hebin, niha hemû giraniya navendê li ser karê dublajê ye.
Navenda Komê ya Dublajê ne tenê wekî projeyeke bazirganiyê di heman demê de wekî xizmeteke neteweyî û çandî ya ji bo zimanê Kurdî tê dîtin.