Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî yê ku di êrişa 28ê Sibatê ya Amerîka û Îsraîlê de mir, dê li bajarên Tehran, Qûm û Meşhedê merasîmên cenazeyê werin lidarxistin û li Meşhedê were veşartin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê, Alîkarê Birêvebiriya Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Tehranê Mihemed Emîn Tewekulîzade eşkere kir ku ji bo Xaminêyî li 3 bajaran bernameya merasîmê hatiye amadekirin.
Mihemed Tewekulîzade li ser dîroka merasîman ti agahî nedan lê diyar kir ku tê çaverêkirin merasîma li Tehranê herî kêm 24 demjimêran berdewam bike.
Piştî wê dê termê wî bibin bajarê Qûmê û herî dawî jî ji bo merasîmeke wekî wê bibin bajarê Meşhedê.
Tewekulîzade ragihand ku dê hûrgiliyên bernameyê di demeke nêzîk de werin eşkere kirin û da zanîn ku tê plankirin cihê veşartina dawî ya Xamineyî Turbeya Îmam Riza ya li Meşhedê be.
Rêberê berê yê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di kêliyên ewil ên şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê dest pê kir de hat kuştin.
Di encama bombebaran mala Xamineyî ya li Cadeya Filistînê ya Tehranê de, li gel wî hevjîn, bûk û neviyê wî yê 14 mehî jî mirin.



