Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar ê li beramberî tumen berê xwe da daketinê.
Dolarê Amerîkî doh 600 tumenan biha bûbû û gihîştibû 174 hezar û 300 tumenan lê îro 300 tumenan daket û gihîşt 174 hezar tumenan.
Bihayê herî bilind ê dolar di 24 demjimêrên borî de 181 hezar û 500 tumen û bihayê herî kêm jî 171 hezar û 700 tumen bû.
Bihayê niha yê dolar ê li beramberî tumen li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 0,12 zêde bûye.
Lê dolar di 6 mehên borî de nêzîkî ji sedî 42,56an biha bûye.



