Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent 67 sentan daket û niha bermîl bi 97,14 dolaran e.
Bihayê petrolê îro piştî ku peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de daket lewra vê peymanê hêviya bazirganan a ji bo gihîştina peymaneke berfirehtir xurt kir.
Her wiha Meclisa Nûneran a Amerîkayê biryarek ji bo sînordarkirina desthilatên şer ên Serokê Amerîkayê Donald Trump pesend kir.
Bihayên nû yên petrolê
Bihayê petrola brent îro 67 sentan daket û bermîl daket 97,14 dolaran.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 62 sentan daket û bermîl bi 95,4 dolaran e.
Dan û standinên li gel Îranê
Trump roja çarşemê amaje pê kir ku dibe ku di dawiya vê hefteyê de di dan û standinên li gel Îranê de bipêşketin çêbibin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja çarşemê ragihand ku pêwendiyên Tehranê yên li gel Washingtonê qut nebûne lê di dan û standinan de ti bipêşketin çênebûye.
Li hêla din, Birêvebiriya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê çarşemê ragihand ku depoyên petrola xav a Amerîkayê hefteya borî 8 milyon bermîlan kêm bûne û gihîştine 433,7 milyon bermîlan.



