Hewlêr (Rûdaw) - Stokên petrola xav a bazirganiyê ya Amerîkayê hefteya borî li gorî hefteya beriya wê nêzîkî 8 milyon bermîlan kêm bûn.
Îdareya Agahdarkirina Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) eşkere kir, stokên petrola xav a bazirganiyê ya li welêt kêm bûne.
Li gorî daxuyaniyê, ev stok hefteya borî nêzîkî 8 milyon bermîlan kêm bûne û daketine 433 milyon û 700 hezar bermîlan.
Pêşbîniya bazarê ew bû ku stok dê nêzîkî 2 milyon û 900 hezar bermîlan kêm bibin.
Stokên petrola xav a stratejîk ên ku ne di nav stokên petrola xav a bazirganiyê de ne jî kêm bûn.
Ew stok jî 8 milyon bermîlan kêm bûn û daketin 357 milyon û 100 hezar bermîlan.
Di vê demê de stokên benzînê yên Amerîkayê jî nêzîkî 3 milyon û 400 hezar bermîlan zêde bûn.
Li hêla din, 215 milyon bermîl stokên benzînê hatin tomarkirin.
Hilberîna petrolê kêm bû
Hilberîna petrola xav a rojane ya Amerîkayê di hefteya 23-29ê Gulanê de 8 hezar bermîlan kêm bû.
Bi vî awayî hilberîna rojane daket 13 milyon û 707 hezar bermîlan.
Li aliyê din, hawirdeya (kirîna ji derve) petrola xav a welêt hefteya borî li gorî hefteya beriya wê rojane milyonek û 186 hezar bermîlî zêde bû.
Hawirdeya petrola xav bi vê zêdebûnê gihişt 6 milyon û 397 hezar bermîlan.
Her wiha hinardeya (firotina derve) petrola xav jî rojane milyonek û 434 hezar bermîlî zêde bû û bû 5 milyon û 874 hezar bermîl.
Li gorî "Rapora Nêrîna Enerjiyê ya Demkurt a Gulana 2026an" a EIAyê pêşbîniyek hat ragihandin.
Li gorî wê raporê, tê pêşbînîkirin ku navîniya hilberîna rojane ya petrola xav a Amerîkayê îsal bibe 13 milyon û 650 hezar bermîl.



