Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 94,72 dolaran tê firotin.
Bihayê bermîla petrola brent ku doh heta 95,97 dolaran bilind bûbû, roj bi 92,25 dolaran temam kir.
Bihayê bermîla petrola brent îro saet 09:50î li gorî dema girtinê bi qasî ji sedî 2,67 zêde bû û gihîşt 94,72 dolarî.
Di heman xulekan de bermîla petrola xav a Teksasê (WTI) bi 90,99 dolaran kiriyar dît.
Sizayên Amerîkayê yên li ser Hurmizê
Îdareya Amerîkayê li dijî "Birêvebirîya Rêya Avê ya Kendava Farisê" (PGSA) ku Îranê ji bo birêkxistina derbasbûna Tengava Hurmizê ava kiriye biryara sizayan da.
Ev biryar bû sedema dilgiraniyên li ser dabînkirina petrolê ya cîhanî û bihayê petrolê zêde kir.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan PGSA ji ber pêwendiyên wê yên bi Supaya Pasdaran a Îranê re xistiye lîsteya sizayan.
Di çarçoveya sizayan de li dijî xwediyên wan keştiyên ku bi PGSAyê re peymana derbasbûnê dikin yan jî heqê derbasbûnê didin vê saziyê tedbîr dê werin sepandin.
Trump nûçeyên peymanê red kirin
Ev biryara sizayan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nûçeyên medyaya Îranê yên li ser "peymana di navbera Îran û Umanê de ya ji bo birêvebirina trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê" red kirin.
Di nûçeyan de hatibû angaştkirin ku li gorî wê peymana destpêkê dê Îran derbasbûna keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê di nava mehekê de vegerîne asta beriya şer.
Lê belê Trump anî zimên ku Tengava Hurmizê avên navneteweyî ye û divê ji bo hemû welatan vekirî be.
Trump angaştên ku Îran û Uman dê li ser Tengavê bibin xwedî kontrol jî red kirin.
Aloziya li herêmê û bihayê petrolê
Îranê piştî aloziya bi Amerîka û Îsraîlê re ya ku dawiya sibatê dest pê kir, derbasbûna Tengava Hurmizê asteng kiribû.
Ev yek bandorê li ser pêncyeka dabînkirina petrola cîhanê dike û bûbû sedema bihabûna zêde ya petrolê.
Li hêla din, hat destnîşankirin ku vê hefteyê êrişên asmanî yên di navbera Amerîka û Îranê de ducare dest pê kiriye û agirbesta serê nîsanê lawaz bûye.
Ji ber vê yekê hêviyên vekirina Tengava Hurmizê ya di demeke nêzîk de kêm bûne.
Pispor egera pêkanîna peymanekê ya li ser Tengava Hurmizê wekî ji sedî 70 dinirxînin lê balê dikişînin ser wê yekê ku nezelaliya li ser paşeroja Tengavê didome.
Her wiha hat eşkerekirin ku lêçûnên sîgorteya derbasbûna ya ji Tengavê gelekî zêde bûne û hîn ne zelal e bê ma Îran dê heqê derbasbûnê bisepîne yan na.
Di petrola brent de ji aliyê teknîkî ve asta 95,53 dolaran wekî “xala berxwedanê” û 94,43 dolaran jî wekî “xala” piştgiriyê tên nirxandin.
