Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, her du firoşgehên Saziya Goşt û Şîr (ESK) hatin girtin.
Xelk ji bo goştê erzan li ber van firoşgehan diket dorên dûr û dirêj.
Êdî xizmetê nadin
Hat ragihandin ku firoşgehên li taxa Alîpaşayê û Rêya Armûşê êdî xizmetê nadin.
Welatiyan ji bo goştê erzan berê xwe dida van her du dikanan lê êdî ev der jî girtî ne.
Saziya girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Saziyê diyar kir ku wan ev her du navend ji bo ku "xizmet bigihîje hejmareke zêdetir a welatiyan" girtine.
Saziyê da zanîn ku dê ji niha û pê ve firotina goşt li navenda Wanê û navçeyên wê di 23 marketên Kooperatîfa Krediya Çandiniyê de bidome.
