Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna TURK-ÎŞê ya gulanê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji bo malbateke çar kesî gihîşt 35 hezar û 174 lîreyan.
Sînorê hejariyê jî derket 114 hezar û 576 lîreyan.
Di vê navberê de, enflasyona salane ya xwirekê di ser ji sedî 40î re ma.
Konfederasyona TURK-ÎŞê encamên lêkolîna "sînorê birçîbûn û hejariyê" ya Gulana 2026an eşkere kirin.
Armanca lêkolînê ew e ku asta debarê ya karkeran û bandora bihabûna pêdiviyên bingehîn li ser budceya malbatê bê pîvandin.
Di sînorê birçîbûn û hejariyê de astên nû
Li gorî amarên TURK-ÎŞê, "sînorê birçîbûnê" yê malbateke çar kesî ya li Enqereyê derket 35 hezar û 174 lîreyên Tirkî.
Ev sînor tenê lêçûnên xwirekê yên ji bo xwedîkirina tendurist, hevseng û têrker nîşan dide.
"Sînorê hejariyê" jî gihîşt 114 hezar û 576 lîreyan.
Sînorê hejariyê xeyn ji xwirekê; lêçûnên mecbûrî yên wekî kinc, xanî (kirê, elektrîk, av, sotemenî), veguhastin, perwerde û tenduristiyê jî li xwe digire.
Her wiha lêçûna jiyanê ya mehane ji bo karkerekî bi tenê wekî 45 hezar û 488 lîreyî hat hesabkirin.
Enflasyona salane ya metbexê di ser ji sedî 40î re ye
Di gulanê de, tenê mesrefên xwirekê yên malbateke çar kesî 588 lîre zêde bûne.
Di 5 mehên destpêka salê de, barê li ser metbexê 3 hezar û 950 lîre zêde bû.
Li gorî amaran, enflasyona metbexê mehane ji sedî 1,70 zêde bûye.
Rêjeya guherîna salane wekî ji sedî 40,18 û zêdebûna navînî ya salê jî wekî ji sedî 40,58 hatiye tomarkirin.
Zêdebûna 5 mehên destpêka salê jî gihîşt ji sedî 16,69an.
