Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê careke din daket û bihayê wê heta bi biniya 71 hezar dolaran daket. Îro li bazarên cîhanê bihayê Bitcoinekê zêdetirî 500 dolarên din daket. Niha Bitcoinek bi nêzîkî 70 hezar û 900 dolarî tê kirîn û firotin. Ji doh ve, pereyê dîjîtal ê herî mezin ê cîhanê (Bitcoin), ji asta 72 hezar û 500 dolarî dadikeve. Dema ku ev nûçe dihat amadekirin, bihayê Bitcoinê hewl dida ku xwe li ser asta 70 hezar û 500 dolarî bigire. Şîrovekar çi dibêjin? Şîrovekarên bazarê destnîşan dikin ku Bitcoin di mana li ser asta 73 hezar û 500 dolarî de bi ser neket. Vê yekê jî kir ku berê xwe bide daketinê. Li gorî gotinên şîrovekaran, eger bihayê wê di vê asta niha de bimîne eger heye ku zêdetir dakeve. Bitcoinê di warê teknîk de jî nekarî xwe li ser xala piştgiriyê ya 74 hezar dolaran bigire. Çavdêr pêşbînî dikin ku eger ev pereyê dîjîtal nikaribe ber bi qada parastinê ya 72 hezar û 500 dolarî ve bilind bibe, dibe ku pêleke din a daketinê dest pê bike. Niha piştgiriya yekem a bihêz a Bitcoinê li ser asta 70 hezar û 500 dolarî ye û piştgiriya duyem jî di qada 70 hezar dolarî de ye. Pispor hişyariyê didin ku her daketina bêhtir dikare di demeke kurt de bihayê vî pereyê dîjîtal ber bi asta 68 hezar û 800 dolarî ve bibe.