Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Swêdê bi yekdengî yasayeke nû ya ji bo qedexekirina zewaca pismam, dotmam, kurmet, keçmet, kurxal, keçxal û mixaletiyan qebûl kir.
Ev biryar wekî gaveke li dijî "çewisandina li ser bingeha şerefê" û zewaca bi darê zorê tê pênasekirin.
Yasa 1ê Tîrmehê dest pê dike
Yasa nû ya ku dê ji 1ê Tîrmeha îsal ve were pêkanîn, dê di yasaya malbatî ya Swêdê de guherîneke bingehîn çêbike.
Ev lihevkirina di navbera partiyên siyasî yên li Stockholmê piştî wê yekê hat ku gelek delîl hatin komkirin.
Ew delîl nîşan didin ku zewaca di navbera xizmên nêzîk de pir caran bi zexta malbatê û sînordarkirina azadiyên kesan ve girêdayî ye.
Berê li Swêdê zewaca di navbera nifşan de (wekî dayîk û bav li gel zarokan) û xwişk û birayan qedexe bû.
Lê li gorî sererastkirina nû ya yasayê, zewaca di navbera pismam û dotmaman de, her wiha zewaca ap, metik, xal û xaltiyan a li gel birazî û xwarzêyan bi temamî hat qedexekirin.
Zewacên li derveyî welat nayên naskirin
Swêd êdî wan zewacan nas nake ku li derveyî welêt di navbera xizmên nêzîk de hatine kirin.
Armanca vê xalê ew e ku rê li ber malbatan were girtin da ku zarokên xwe nebin welatên xwe û li wir bi darê zorê bi xizmên nêzîk re nezewicînin.
Di yasaya nû de hatiye gotin ku dê desthilata temam a daîreyên koçê û xizmetguzariyên civakî hebe da ku li ser daxwazên nîştecihbûnê lêkolînê bikin û eger li ser zewaceke qedexekirî guman hebe dê karibin testên DNAyê jî bixwazin.
Desthilata baviksalar û parastina sermayeyê
Hikûmeta Swêdê destnîşan dike ku ev yasa beşek ji pêngaveke berfirehtir a li dijî tundiya nav malê ye.
Lêkolînên salên 2023 û 2024an nîşan daye ku zewaca xizman a di nav hinek pêkhateyan de wekî amûrekê ji bo parastina sermaye û darayiya malbatê û sepandina desthilata baviksalar tê bikaranîn.
