Hewlêr (Rûdaw) - Belavbûna vîdeoyeke tundiya polîsên Holendayê ya li hemberî jineke ducanî, li seranserê wî welêt bû sedema pêleke nerazîbûnan.
Ew jin dibêje ku ji bo wê kiryara polîsan pitika wê beriya wextê xwe ji dayîk bûye.
Roja şemiyê 30ê Gulana 2026an, vîdeoyekê li ser torên civakî deng veda.
Di vîdeoyê de tê dîtin ku efserekî polîsên Holendayê jineke ducanî bi tundî radikêşe û diavêje erdê.
Ev yek di dema desteserkirina hevjînê wê de qewimî.
Li gorî medyaya Holendayê, bûyer 29ê Gulanê rû daye.
Pitik beriya wextê xwe ji dayîk bû
Li gorî gotina wê jinê, ew tenê nêzîkî efseran bûye ku bipirse ka dikare li cem hevjînê xwe bimîne yan na.
Di vîdeoyê de xuya dibe ku hevjînê wê bêyî ku li ber xwe bide bi destên girêdayî rawestiyaye lê polîs bi tundî miameleyê li gel jina ducanî dikin.
Jina ducanî eşkere kir ku ji ber wê bûyerê keça wê beriya wextê xwe ji dayîk bûye lê niha sax e û tenduristiya wê baş e.
Polîs bi 'bikaranîna hêza zêde' tê tohmetbarkirin
Vê vîdeoyê zexteke mezin li saziyên ewlehiyê yên Holendayê kiriye.
Bikarhênerên medyaya civakî polîsan bi bikaranîna "hêza zêde" tohmetbar dikin.
Rexnegir daxwaza lêpirsîn û lêkolîneke hûr a li ser wan efseran dikin.
Ew jin her wiha gilî dike ku piştî bûyerê rayedaran wekî ku pêwîst e alîkariya wan nekiriye.
Di dema ku nîqaşên li ser reftara polîsan didomin de daxwaza çaksaziyên cidî di awayê miameleya hêzên ewlehiyê de tê kirin ku bûyerên bi vî rengî ducare nebin.
Daxuyaniya polîsan
Li gorî daxuyaniya polîsên Holendayê, efseran li bajarê Zaistê bersiva bûyereke têkderane û gefa kêrê daye.
Wê demê hevjînê wê jinê yê 30 salî hatiye desteserkirin û alozî derketiye.
Polîsan ragihand ku wan ji bo parastina raya giştî ya di rewşeke nebaş de kar kiriye û her wiha destnîşan kir ku vîdeo tenê beşeke bûyerê nîşan dide.
Polîsan anî ziman ku ew jin ne birîndar bûye û ne jî hatiye desteserkirin.
