Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî ji Îranê garantî standiye ku çekên nukleer çêneke.
Raporên medyayî amaje bi wê yekê dikin ku Serokê Amerîkayê projeyeke nû ya aştiyê ya bi mercên "girantir" ji Îranê re şandiye.
Tê gotin ku ev yek dikare peymana dawî bi paş bixe.
Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel kanala Fox Newsê ragihand:
"Tenê garantiya ku divê hebe ew e ku çekên nukleerê nebin.
Wan li ser vê yekê li hev kir û ev yek gelekî balkêş bû."
Tehranê berê gelek gotinên rayedarên Amerîkayê red kiribû.
Medyaya Îranê belav kir ku hikûmeta welatê wan daxwaza azadkirina 12 milyar dolarî ji darayiyên xwe yên blokkirî dike berî ku dest bi dan û standinên cidî bike.
Her wiha Tehranê gotinên berê yên Trump ên li ser jinavbirina uranyuma dewlemendkirî wekî "bêbingeh" bi nav kir.
Trump di hevpeyvîna xwe de bi toneke aramtir axivî û got:
"Leza min nîne. Bi aramî lê bi dilniyayî em dê tiştê ku em dixwazin bi dest bixin.
Eger em bi dest nexin, em dê bi awayekî din dawî lê bînin."
Ev gotinên Trump wekî îşaretekê ji bo îhtimala destpêkirina êrişên leşkerî tên şîrovekirin.
Aloziyên li Tengava Hurmizê
Di demeke ku hewlên dîplomatîk didomin de aloziyên li qadê ranewestiyane.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Supaya Pasdaran a Îranê droneke Amerîkayê xistiye ku xwestiye bikeve asmanê avên herêmî yên Îranê lê Washingtonê heta niha ev agahî piştrast nekiriye.
Trump li ser Tengava Hurmizê ragihandibû ku Tehranê qebûl kiriye "bacê" ji keştiyan nestîne lê Ajansa Farsê ragihand ku di peymanê de ti xalên bi vî rengî nînin.
Her wiha Parlamenterê Îranê Alîreza Selîmî ragihand ku dê parlamento di demeke nêzîk de yasayekê ji bo çespandina serweriya Îranê ya li ser tengavê qebûl bike.
