Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser dan û standinên bi Îranê re daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir ku dan û standinên bi Komara Îslamî ya Îranê re gelekî baş dimeşin.
Donald Trump da zanîn ku dê encam "an peymaneke gelekî mezin be an jî dê qet peymanek çênebe."
Li gorî gotina Trump, eger peyman çênebe dê vegerin bereya şer, lê ev şer dê ji her demê mezintir û xurttir be. Wî anî zimên ku "ti kes vê yekê naxwaze."
Trump li ser vê yekê wiha got:
"Dan û standinên bi Komara Îslamî ya Îranê re baş dimeşin! Dê yan ji bo her kesî peymaneke mezin be yan jî dê qet peymanek çênebe.
Vegera li eniya şer û gulebaranê, lê ji her demê mezintir û xurttir. Û ti kes vê yekê naxwaze!"
Şertê Peymana Îbrahîm
Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku roja şemiyê wî bi gelek serkirdeyên herêmê re axiviye.
Trump navên serkirdeyên Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Pakistan, Tirkiye, Misir, Urdin û Behreynê rêz kirin.
Wî ji van serkirdeyan re gotiye ku piştî ew qas xebatên Amerîkayê yên ji bo çareseriyê, divê ev welat hemû bi hev re tevlî Peymana Îbrahîm (Abraham Accords) bibin.
Trump bi bîr xist ku Îmarat û Behreyn jixwe di nav vê peymanê de ne.
"Eger îmze nekin niyeta wan xerab e"
Donald Trump diyar kir ku dibe ku yek an du welat ji ber hincetên derbasdar tevlî peymanê nebin û ev yek dê were qebûlkirin.
Lê wî xwest ku piraniya welatan amade bin û vîna wan hebe ku lihevkirina bi Îranê re bikin bûyereke dîrokî.
Trump got, "Divê Erebistana Siûdî û Qeter yekser dest bi îmzekirinê bikin û yên din jî li pey wan biçin.
Eger wisa nekin, divê ew di nav vê peymanê de cih negirin, ji ber ku ev yek niyeteke xerab nîşan dide."
Geşbûna aborî û aştî
Serokê Amerîkayê pesnê Peymana Îbrahîm da û anî zimên ku vê peymanê ji bo endamên xwe (Îmarat, Behreyn, Fas, Sûdan û Qazaxistan) geşbûneke mezin a aborî, darayî û civakî bi xwe re aniye.
Li gorî Trump, ti endam naxwaze ji peymanê derkeve.
Trump daxuyand ku ev peyman dê ji bo Rojhilata Navîn bibe destpêka aştiyeke rasteqîn ku ev 5 hezar sal in nehatiye dîtin.
Wî ev belge wekî "belgeya herî bibandor û girîng a cîhanê" pênase kir.
"Dê rûmetek be ku Îran jî tevlî bibe"
Trump destnîşan kir ku wî bi serkirdeyên herêmê re axiviye û ew dê şanaz bin ku Komara Îslamî ya Îranê jî bibe beşek ji Peymana Îbrahîm.
Wî got, "Eger Îran peymana bi min re wekî Serokê Amerîkayê îmze bike, dê rûmetek be ku ew jî bibin beşek ji vê koalîsyona cîhanî ya bêhempa."
Li gorî baweriya Trump, bi vî awayî Rojhilata Navîn dê bibe herêmeke yekgirtî û ji aliyê aborî ve gelekî bihêz.
Di dawiyê de, Trump diyar kir ku wî ferman daye nûnerên xwe da ku ji bo tevlîbûna van welatan a li Peymana Îbrahîm dest bi proseya fermî bikin.
