Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê îdia kir ku mizakerekarên Amerîka û Îranê li ser dirêjkirina agirbestê û destpêkirina dan û standinên li ser bernameya nukleerê ya Îranê li hev kiriye.
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn ev peyman bi awayekî dawî pesend nekiriye.
Li gorî nûçeya platforma nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê ku dispêre du berpirsên Amerîkayî, Washington û Tehran li ser metneke peymanê ya 60 rojî li hev kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku mizakerekarên Amerîkayî û Îranî li ser reşnivîsa peymaneke 60 rojî li hev kiriye.
Ev peyman dirêjkirina agirbestê û destpêkirina dan û standinên li ser bernameya nukleerê ya Îranê li xwe digire.
Hat destnîşankirin ku ji bo ku metna navborî bikeve meriyetê li benda pesendkirina Donald Trump in.
Berpirsên ku pêvajoyê dinirxînin anî ziman ku roja sêşemê li ser metna peymanê lihevhatinek hatiye kirin û serkirdeyên her du welatan jî pêvajoyê dinirxînin.
Peyama “Em ji bo îmzekirinê amade ne”
Li gorî nûçeyê, berpirsên Amerîkayî îdia kir ku aliyê Îranê paşê peyamek ji wan re şandiye û tê de gotiye ku ew “ji bo îmzekirina peymanê amade ne” lê ev îdia ji aliyê rayedarên Îranê ve nehat piştrastkirin.
Hat diyarkirin ku eger metna peymana îdiakirî were îmzekirin, Tengava Hurmizê dê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî bêyî ti sînoran vekirî bimîne.
Ev bipêşketin ji aliyê bazarên enerjiyê yên cîhanî û hevsengiyên ewlehiyê yên herêmî ve bi baldariyeke mezin tê şopandin.
