Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke hikûmetê hişyariyê dide ku Brîtanya di metirsiya derxistina "nifşekî winda" de ye.
Hejmara wan ciwanên ku ne dixebitin û ne jî dixwînin bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Ji sala 2013an ve cara yekem e ku hejmara wan ciwanan milyonek derbas kiriye.
Amarên fermî eşkere kir ku hejmara ciwanên 16 heta 24 salî yên ku ne di kar, ne di xwendin û ne jî di perwerdeyê de ne di çaryeka yekem a îsal de milyonek derbas kiriye.
Rapor li ser daxwaza hikûmeta Brîtanyayê hatiye amadekirin.
Di raporê de hişyarî tê dayîn ku eger tedbîr neyên standin, dibe ku ew hejmar di nava 5 salên pêş de bigihêje 1,25 milyon kesî ango ji 6 ciwanan ciwanek.
Wezîrê berê yê Brîtanyayê Alan Milburnê ku pêşengiya nivîsandina raporê kiriye ragihand:
"Em di metirsiya nifşekî winda de ne.
Ev hişyariyek e. Gelek ciwan digihêjin mezin dibin û dibînin ku deriyê derfetan li ber wan girtî ye."
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer rapor wekî "hişyarker" bi nav kir û soz da ku ew dê rê nedin nifşek winda bibe.
"Nifşê kevn fêm nake"
Shana Fatahaliyê ku 23 salî ye û ev du sal in li kar digere got:
"Ciwan dixwazin derkevin derve û bibin xwedî kar.
Gelek kesên ji nifşên kevn di wê ramanê de asê mane ku tu CVya xwe dadigirî, radest dikî û yekser dibî xwedî kar lê serdem êdî guheriye."
Zarokekî 4 salî yê Shana Fatahaliyê heye û dîplomaya wê ya çavdêriya tenduristî û civakî heye.
Wê destnîşan kir ku karên wiha kêm in ku "li gorî berpirsyariyên wê yên wekî dayîkekê bin."
Pirsgirêkên tenduristiya derûnî
Li gorî raporê, ji sedî 84ê wan ciwanên ku ne dixebitin û ne jî dixwînin, dixwazin bixebitin yan jî perwerdeyê bibînin lê belê di karên destpêkê yên wekî xizmetguzarî û karên dawiya hefteyê de "daketineke zêde" çêbûye.
Raporê eşkere kiriye ku zêdebûna pirsgirêkên tenduristiya derûnî roleke sereke di zêdebûna hejmara wan ciwanan de lîstiye.
Alan Milburn li ser vê yekê got:
"Di nava nêzîkî du sed salan de cara yekem e ku pirsgirêkên tenduristiyê û bi taybetî jî yên tenduristiya derûnî, rê li ber mezinbûna aboriyê digirin û dibin sedema kêmkûna hêza kar."
Beriya deh salan rêjeya ciwanên bêkar û dûrî xwendinê yên Brîtanyayê ji sedî 12,8 bû ku ev nêzîkî navîniya Yekîtiya Ewropayê (ji sedî 11) bû.
Heta sala borî, tenê Romanyayê rêjeyeke ji vê bilindtir tomar kiribû ku ew jî ji sedî 19,2 bû.
Ziyanên aborî yên krîza bêkariya ciwanan salane bi nêzîkî 125 milyar sterlînan (168 milyar dolar) tê texmînkirin.
Ev hejmar bacên winda û xerciyên zêde yên tenduristî û xweşguzeraniyê li xwe digire.
.jpg&w=3840&q=75)