Hewlêr (Rûdaw) - Muhsîn Rezayî ragihand ku Donald Trump û Benjamin Netanyahu xwediyê projeyeke hevpar in.
Fermandarê berê yê Supaya Pasdaran a Îranê Muhsîn Rezayî destnîşan kir ku gavên çend mehên borî yên Îranê selimandine ku ew her du serkirde nikarin plana xwe bi cih bînin.
Muhsîn Rezayî di hevpeyvînekê de amaje bi wê yekê kir ku baregehên Amerîka û Îsraîlê yên ji bo herêmê wekî hev in û got:
"Ew wisa difikirin ku eger pergaleke nû bisepînin, divê bi neçarî Îranê ji nav bibin."
Fermandarê berê yê Supaya Pasdaran a Îranê anî ziman ku heta Îran bi vî awayê niha bimîne, guhertina nexşeya herêmê zehmet e.
Rezayî her wiha diyar kir ku êrişên li Xeze, Libnan û Sûriyeyê, tenê destpêkek bûn ji bo gihîştina bi armanca wan a mezin ku girtina Îranê ye.
'Berjewendiyên wan di petrol û axê de ne'
Rezayî da zanîn ku berjewendiyên Washington û Tel Evîvê di du xalan de digihêjin hev, "petrol û ax" û anî ziman:
“Îsraîl li pey dagirkirina axa zêdetir e li başûrê Sûriyeyê, başûrê Libnanê û beşek ji Urdin û Îraqê.
Lê belê Donald Trump di pileya yekem de li pey destdanîna ser çavkaniyên petrol û gaza Îranê, Kendav û Qefqasyayê ye.”
Rezayî gavên Trump şibandin gavên taybet ên bi rewşa Venezuelayê û got, "Trump ji ber wê çû Venezuelayê ku tenê çavê wî li petrola wê bû."
Banga ji bo welatên herêmê
Muhsîn Rezayî anî ziman ku Îranê selimandiye ew rê nade plan were bicihanîn û xwest ku welatên herêmê bi xwe ji bo parastina ewlehî û aştiya cîhanî yekîtiyekê pêk bînin û da zanîn:
"Em bi hev re dikarin bi awayekî dadperwerane û wekhev aştiyê biçespînin."
