Hewlêr (Rûdaw) - Koça ber bi Almanyayê ve, ji sala 2014an û vir ve daketiye asta herî nizm.
Di hejmara kesên ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçî wir kirine de, ji sedî 41 kêmbûneke berçav çêbûye.
Kêmbûna koçberên ji Sûriye, Tirkiye û Ukraynayê di amarên fermî de jî derket holê.
Koçber hêrî zêde ji van her sê welatan berê xwe didin Almanyayê.
Amarên 2025an hatin eşkerekirin
Li gorî amarên Daîreya Statîstîkê ya Federal sala 2025an hejmara kesên koçî Almanyayê kirine li gorî sala 2024an ji sedî 13 kêm bûye.
Ev hejmar daketiye milyonek û 480 hezar kesî.
Bi vî rengî koça ber bi Almanyayê ve ji sala 2014an û vir ve wekî asta herî nizm hatiye qeydkirin. (Eger mirov salên pandemiyê yên 2020-2021ê li ber çavan negire).
Li aliyê din, hejmara kesên ku ji Almanyayê bar kirine û çûne welatên din, li gorî sala 2024an bi qasî ji sedî 2 kêm bûye û bûye milyonek û 250 hezar kes.
Dema ku mirov hejmara kesên ji Almanyayê çûne ji hejmara kesên hatine kêm bike, “koça saf” derdikeve holê.
Ev hejmar wekî 235 hezar kes hatiye qeydkirin.
Ev yek nîşan dide ku di hevsengiya giştî ya koçê de ji sedî 45 kêmbûnek çêbûye.
Koça ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Di vê daketina berçav de, kêmbûna hejmara koçberên ji wan welatên ku herî zêde koçî Almanyayê dikin roleke sereke lîstiye.
Koça saf a ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku di serlêdanên penaberiyê de di rêza yekem de ye, ji sedî 67 kêm bûye.
Ev hejmar ji 75 hezaran daketiye 25 hezaran.
Di koçberiya ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî ji sedî 41 daketin çêbûye.
Hejmara kesên ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûne Almanyayê û li wir mane, di sala 2024an de 41 hezar kes bûn.
Lê ev hejmar sala 2025an daketiye 24 hezaran.
Her wiha, hevsengiya koçberiya Efxanên ku çûna Almanyayê jî bi rêjeya ji sedî 41 kêm bûye û daketiye 19 hezar kesan.
Koça ji Ukraynayê jî bi daketineke ji sedî 21, wekî 96 hezar kes hatiye qeydkirin.
Koçberên navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê
Sedemeke din a vê daketina giştî jî kêmbûna koçberên ji welatên Yekîtiya Ewropayê ye.
Hejmara kesên ku ji Almanyayê koçî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê kirine, ji hejmara kesên ku ji wan welatan hatine Almanyayê 54 hezar kes zêdetir e.
Welatên ku Alman herî zêde koçî wan dikin ev in: Swîsre (23 hezar), Awisturya (14 hezar) û Spanya (10 hezar).


