Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack ragihand ku bêyî aramiya li Tirkiye, Sûriye û Îraqê dê aramiya Rojhilata Navîn pêk neyê.
Tom Barrack diyar kir ku welatê wî ji bo vê armancê zextê dike.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Barrack di daxuyaniya xwe de got:
"Li gorî nêrîna wan kesên ku ji mêj ve li ser Şam û Anadolê lêkolîn kirine; Îraq, Sûriye û Tirkiye wekî xalên stratejîk dimînin.
Aramiya Rojhilata Navîn bi aramiya wan ve girêdayî ye."
“Pêwîstî bi zexteke domdar a Amerîkayê heye”
Nûnerê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku hevsengkirina van her sê welatan pêwîstî bi yek xala pêwendiyê û zexteke domdar a Amerîkayê heye.
Barrack diyar kir ku divê ev hevsengî cudahiyên eşîrî, olî û mezhebî derbas bike.
Barrack di beşeke din a daxuyaniya xwe de wiha anî zimên:
"Armanca vê erka hestiyar a ku Serok Trump girtiye ser milê xwe ew e ku bi rêya tevlîkirina aliyên cuda di nav çarçoveyeke rêkûpêk û berjewendiyên hevpar de, alîkariya herêmê bike da ku bigihîje xweşguzeraniyeke hevpar."
Erkê wî hat dirêjkirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kiribû.
Trump ragihandibû ku wî erkê Tom Barrack ê wekî Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê dirêj kiriye û her wiha ew kiriye Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê jî.
Tom Barrack Gulana 2025an wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê hatibû erkdarkirin.
Erkê wî ji bo salekê bû lê paşê ev erkê wî hat dirêjkirin.



