Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer Îdlibî ragihand ku dan û standinên ji bo tevlîbûna hêzên wan a nav artêşa Sûriyeyê "erênî" ne lê pêkanîna wan hêdî hêdî tê kirin.
Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur Ebû Omer El Îdlibî ku hêzên wî beşek in ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pirsên Rûdawê bersivandin.
Ebû Omer El Îdlibî da zanîn ku wan bi nûnerên hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtin kirine û General Mezlûm Ebdî jî di wan hevdîtinan de amade bûye.
Wî diyar kir ku ji bo serxistina vê pêngavê ji aliyê hemûyan ve daxwazeke hevbeş heye.
Li ser dosyeya girtiyan, Ebû Omer Îdlibî eşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê heta niha 13 endamên wan serbest berdane û 9 kesên din hîn girtî ne.
Wî tekez kir ku ev kes ne "dîlên şer" in lê ew li ser xalên kontrolê tenê ji ber endamtiya HSDyê hatine girtin.
Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur bangî hikûmeta Sûriyeyê kir ku gavên tevlîbûnê û berdana girtiyan bilez bike.
Wî destnîşan kir ku ev gav ji bo xurtkirina aramiyê û avakirina Sûriyeyeke yekgirtî pêwîst in.
Pirs û bersivên vê hevpeyvînê bi vî rengî ne:
Rûdaw: Dan û standinên li ser tevlîbûna Hêzên Demokratîk ên Bakur a nav saziyên leşkerî yên Sûriyeyê gihîştine kîjan astê?
Ebû Omer Îdlibî: Dan û standin hîn didomin. Di dema borî de bi aliyên pêwendîdar re çend hevdîtin hatin kirin. Di nav wan de hevdîtinên bi nûnerên serokatiya Sûriyeyê re jî hebûn. Hevdîtina dawî bi Emîd Ziyad El Ayiş re bû ku General Mezlûm Ebdî jî amade bû û ev hevdîtin gelekî erênî bû.
Ji bo serxistina pêvajoya tevlîbûnê ji aliyê hemû aliyan ve daxwazeke eşkere heye lê pêkanîna li ser erdê hîn jî ji ya ku tê hêvîkirin hêdîtir e. Ev yek bi taybetî di hinek dosyeyên têkildarî herêmên Hisîça û Qamişloyê de wisa ye.
Em hêvî dikin ku di qonaxa pêşiya me de gav werin bilezkirin da ku em bigihîjin artêşeke niştimanî ya yekgirtî ku hemû Sûriyeyiyan di nav xwe de bihewîne.
Rûdaw: Nêrîna we ya li ser pêvajoya tevlîbûnê niha çi ye?
Ebû Omer Îdlibî: Em piştgiriyê didin pêvajoya tevlîbûnê û em vê wekî gaveke pêwîst ji bo parastina yekîtî û aramiya Sûriyeyê dibînin. Ji destpêkê ve meyla rûbirûbûna artêşa Sûriyeyê tunebû. Lê nêrîneke li ser bingeha dîtina formuleke niştimanî ya hevbeş di nav saziyên dewletê de hebû.
Îro em dibînin ku serkeftina pêvajoya tevlîbûnê pêwîstî bi gavên pratîkî yên bileztir, baweriya dualî û hesta hemû aliyan heye ku ew hevpar in di avakirina paşeroja Sûriyeyê de. Her wiha em dibînin ku divê dewleta Sûriyeyê di pêkanîn û temamkirina operasyonên tevlîbûnê de bilez be. Ev yek bi taybetî di bin siya rûdanên herêmî yên bilez ên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de girîng e.
Zehmetiyên heyî yekxistina hewl û hêzên niştimanî di nav saziyên yek dewlet û yek artêşeke niştimanî de dixwazin. Ev yek aramiyê xurt dike û ewlehî û serweriya Sûriyeyê diparêze. Em tekez dikin ku armanca dawî gihîştina saziyeke leşkerî ya niştimanî ya yekgirtî ye ku hemû Sûriyeyiyan di bin ala dewleta Sûriyeyê de kom bike.
Rûdaw: Gelo endamên we wekî dîl li cem hikûmeta Sûriyeyê hene? Û çend kes in?
Ebû Omer Îdlibî: Em dixwazin zelal bikin ku em qala dîl an jî endamên ku di encama şeran de hatine girtin nakin. Lê em qala wan girtiyan dikin ku hinek ji wan li ser xalên kontrolê yan jî di rewşên cuda de bi tohmeta endamtiya HSDyê hatine girtin. Niha nêzîkî 9 girtî hene ku hîn li benda berdana xwe ne.
Rûdaw: Gelo gava dawî ya berdanê ew jî li xwe girtin?
Ebû Omer Îdlibî: Belê, gava dawî ya berdanê hinek girtiyan li xwe girt ku komek ji wan di dema borî de hatin berdan.
Rûdaw: Heta niha çend endamên Hêzên Demokratîk ên Bakur hatine berdan?
Ebû Omer Îdlibî: Di dema borî de nêzîkî 13 girtî hatin berdan.
Rûdaw: Gelo hîn girtî hene ku li benda berdana xwe ne?
Ebû Omer Îdlibî: Belê, hîn nêzîkî 9 kes girtî ne. Navên wan ji Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) re hatine şandin û soz hene ku dosyeyên wan werin şopandin û ji bo berdana wan di dema pêşiya me de kar were kirin.
Rûdaw: Daxwazên we yên sereke li ser dosyeya girtiyan çi ne?
Ebû Omer Îdlibî: Daxwazên me zelal in û ev in: Temamkirina berdana girtiyên mayî di demeke nêzîk de, çareserkirina vê dosyeyê bi ruhê berpirsyariya niştimanî û mirovî, bilezkirina pêvajoya tevlîbûnê û xurtkirina gavên avakirina baweriyê di navbera aliyên cuda de ji bo serxistina qonaxa heyî. Her wiha misogerkirina dubarenebûna bûyerên girtinê li ser bingeha siyasî yan jî ji ber endamtiyên berê.
Em tekez dikin ku çareserkirina dosyeya girtiyan û bilezkirina gavên tevlîbûnê beşeke bingehîn in ji hewldanên xurtkirina aramiyê û avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û ewle ji bo hemû zarokên wê. Serkeftina vê qonaxê dê bêyî cudahî di berjewendiya hemû Sûriyeyiyan de be.
Rûdaw: Nêrîna we ya li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê çi ye û Sûriye ber bi ku ve diçe?
Ebû Omer Îdlibî: Em bawer dikin ku Sûriye îro li ber derfeteke dîrokî ye ji bo derbasbûna ji qonaxa nakokî û dubendiyê ber bi qonaxa aramî û avakirina dewletê ve. Tevî zehmetiyên mezin ên aborî, xizmetguzarî û ewlehiyê jî, hebûna îradeya ji bo diyalog û lihevhatina di navbera Sûriyeyiyan de derfeteke rasteqîn e ji bo derbaskirina bandorên salên borî.
Pêwîst e paşeroja Sûriyeyê li ser bingeha hevparîya niştimanî, yekparçeyiya axa Sûriyeyê, yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê, rêzgirtina li pirrengiya Sûriyeyê û beşdarkirina hemû pêkhateyan a di avakirina dewletê de be. Her wiha serkeftina vê qonaxê pêwîstî bi çareserkirina dosyeyên mirovî û aborî, baştirkirina rewşa jiyana welatiyan û amadekirina şert û mercên guncav ji bo vegera koçber û penaberan a li herêmên wan heye.
Di dawiyê de ez silavên xwe ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê re dişînim û bi taybetî silavê li xelkê me yê Kurd dikim. Ez bangî wan dikim ku li dora serkirdetiya xwe ya siyasî û leşkerî bicivin, yekîtiya ref û helwesta xwe biparêzin û di vê qonaxa hestiyar de wekî laşekî bin.
Sûriye ji bo hemû zarokên xwe, bi netewe, ol û pêkhateyên xwe yên cuda, têra xwe fireh e. Paşeroja wê bi hevparîya niştimanî, lihevhatin û yekrêziyê ava dibe ku ewlehî, aramî û rûmetê ji bo her Sûriyeyiyekî pêk tîne.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
