Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li gel Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan civiya.
Di civîna ku doh li Hewlêrê hat lidarxistin de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Bafil Talebanî, di civînê de "pêvajoya pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Kerkûkê û bipêşxistina pêwendiyên hevbeş ên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re" hatine gotûbêjkirin.
Bafil Talebanî nêrîna YNKyê ya li ser xebatên pêkanîna hikûmetê parve kir û got:
"Divê di hikûmeta bê de prensîbên hevsengî û hevkariyê werin parastin."
Talebanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û anî ziman:
"Başbûna pêwendiyan bandoreke erênî li xizmeta gelê me û rewşa giştî kir; em dixwazin ev yek berdewam bike."
Rewşa Kerkûkê
Hat ragihandin ku Balyozê Tirkiyeyê Înan ji bo rola Bafil Talebanî û YNKyê ya di "nêzîkkirina aliyan û xurtkirina çanda bihevrejiyanê de" spasiya wan kiriye.
Înan peymanên siyasî wekî "gaveke girîng a ji bo xizmeta bajêr û xurtkirina biratiyê" bi nav kir.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwîstiya bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re.

.jpg&w=3840&q=75)

