Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Şeva borî li nêzîkî gundê Çeltekê yê Sêwazê otomobîla Ozkan Ş.yê 42 salî û otomobîla Musa B.yê 54 salî li hev qelibîn.
Di qezayê de Ozkan Ş., hevjîna wî Ayşe Ş.ya 45 salî û Musa B. mirin.
Zarokên wan M.Ş.yê 12 salî û B.Ş.yê 16 salî jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Zanîngeha Cumhuriyetê.

.jpg&w=3840&q=75)

