Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê jineke ku ji qata 5an a avahiyekê ket canê xwe ji dest da.
Nesrîn Ugurela 43 salî li navenda bajêr li qata 5an a avahiyekê paqijî dikir.
Nesrînê di dema paqijiyê de hevsengiya xwe winda kir û ji pencerê ket xwarê.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê tesbît kir ku Nesrîn li cihê bûyerê miriye.
Tîman termê wê ji bo otopsiyê bir mirîxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
