Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmed piştî 9 salan çû serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo Cejna Qurbanê çû Birêvebiriya Herêma Efrînê.
Fermandariya Hêzên Parastina Navxwe û Birêvebiriya Efrînê li avahiya birêvebiriyê Îlham Ehmed pêşwazî kir.
Di serdanê de her du aliyan cejna hev pîroz kir.
Îlham Ehmed li navçeya Racoyê jî li gel welatiyan civiya û cejna wan pîroz kir.
Vegera Efrîniyan didome
Ev serdana Îlham Ehmedê di demekê de ye ku bi hezaran Efrîniyên ku hatibûn koçberkirin vedigerin cih û warên xwe.
Vegera xelkê di çarçoveya peymanê de ye ku 29ê Kanûna Paşîn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin.
Hefteya borî karwanê 6an ê koçberan gihîşt Efrînê.
Li gorî amaran 9ê Adarê 400 malbat, 4ê Nîsanê 200 malbat, di heman mehê de 800 malbat û 9ê Gulanê jî nêzîkî 1000 malbat vegeriyan Efrînê.
Hat ragihandin ku 19ê Gulanê 600 malbat û 21ê Gulanê jî komeke nêzîkî 1000 kesî gihîşt bajêr.
