Hewlêr (Rûdaw) - Sernivîskarê Rojnameya Xebatê di 13emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê de got, "Rûdawê bi serbilindî di nav kanalên cîhanî de cihê xwe girtiye."
Sernivîskarê Rojnameya Xebatê Selam Ebdula peyameke pîrozbahiyê ji Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed re şand.
Selam Ebdula di peyama xwe de wiha got:
"Di salvegera damezirandina Kanala Rûdawê de ez pîrozbahiyên germ ên Rojnameya Xebatê û yên xwe digihînim cenabê te û hemû xebatkarên Rûdawê. Em ji bo we serkeftinê dixwazin."
Dîroka Tora Medyayî ya Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî ya bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Rûdawê beriya ku wekî toreke medyayî dest bi kar bike du hefteyenameyên çapkirî derdixistin.
Yek ji wan weşaneke siyasî û giştî bû ku hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an hat çapkirin.
Ya din jî weşaneke werzişî bû ku hejmara xwe ya yekem 4ê Hezîrana heman salê derxist.
Rûdawê ji bo ku li gel pêla dahênana dîjîtal a cîhanê bimeşe û ji bo parastina jîngeyê kaxezê rake, çapkirina rojnameyan da sekinandin.
Heftenameya werzişî 1ê Kanûna Paşîn a 2019an bi hejmara 530î û ya giştî jî 24ê Sibata 2020î bi hejmara 593yan hat rawestandin.
Xelatên cîhanî û navxweyî
Tora Medyayî ya Rûdawê hewl daye ku sûdê ji nûtirîn dahênanên teknolojîk ên warê ragihandinê wergire.
Armanca wê ew e ku di cîhaneke pêşketî de bi berdewamî nêzîkî şopînerên xwe bimîne.
Tora Medyayî ya Rûdawê di televîzyonê de bi Kurmancî û Soranî weşanê dike.
Rûdaw li ser portal û torên civakî jî nûçe û berhemên xwe bi Erebî, Îngilîzî û Tirkî belav dike.
Vê tora Kurdistanî ya pirzimanî bi dehan xelatên cîhanî û navxweyî bi dest xistine.
Rûdaw bi saya pîşeyîbûn, jêhatîbûn û pêbaweriya xwe, li ser bûyer û pêşhatên Kurdistan û herêmê ji bo kanal û ajansên nûçeyan ên herî navdar ên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke.
Ji van saziyên cîhanî yên herî diyar Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Ajansa Associated Pressê (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê ENEX in.
