Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel pirsgirêkên navxweyî gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.
Pêwendiyên dualî û rewşa siyasî
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Her wiha rewşa siyasî ya Îraqê û avakirina hikûmeta federal hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser hevkariya hêzên siyasî kir.
Wan diyar kir ku ji bo parastina ewlehî, aramî û serweriya welêt divê hevahengî hebe.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê
Her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bîr û ramanên xwe anî ziman.
Wan hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî nirxandin.
Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên hene diyalog û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bi pêwîst dîtin.
Rûdanên li herêmê
Rûdamîm dawî yên herêmî û rewşa herêmê bûn mijareke din a hevdîtinê.
Her du alî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan hemfikir bûn.
Wan bal kişand ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê.
