Hewlêr (Rûdaw) - Pervîn Buldanê hevjînê xwe Savaş Buldan bi bîr anî û got, “Aliyekî min êşên pêşerojê hildigire, aliyê min ê din jî bi hêvî li paşerojê dinêre.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldanê li ser hesabê xwe yê Xê hevjînê xwe Savaş Buldan bi bîr anî ku Hezîrana 1994an ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û paşê hatibû kuştin.
Pervîn Buldanê di peyama xwe de wiha got:
“Îro di dilê min de hestên tevlîhev hene. Jiyan carinan êşên herî giran û hêviyên herî xweşik dixe nav heman rojê.
Li aliyekî xemgîniya jiyana nîvcomayî, li aliyê din jî ew paşeroja ku em di çavên zarokên xwe de mezin dikin.
Îro ez Savaş Buldan bi hesret û rêz bi bîr tînim û rojbûna keça xwe bi hezkirin pîroz dikim.
Aliyekî min êşên pêşerojê hildigire, aliyê min ê din jî bi hêvî li paşerojê dinêre.”
Savaş Buldan kî ye?
Karsaz Savaş Buldan 1964an li Gevera Colemêrgê ji dayîk bûye û hevjînê siyasetmedar Pervîn Buldanê ye.
Savaş Buldan 2yê Hezîrana 1994an li Stenbolê li ber Otela Çinarê ya Yeşîlyurtê, ji aliyê 8 kesên ku nasname û êlekên polîsan li wan bûn û bêtêl di destên wan de bûn, li gel Adnan Yildirim û Hacî Karay hat revandin û kuştin.
Termên Buldan û hevalên wî 4ê Hezîrana 1994an li navçeya Yigilcayê ya Boluyê, li ber Çemê Melenê hatin dîtin.
Hat belgekirin ku piştî şkenceyê, bi guleyê li serê wî xistine û ew kuştine.


