Qamişlo (Rûdaw) - Li rojhilatê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, pitikeke ku nû ji dayîk bûye li ser sergo hat dîtin ku cirdan enî û tiliyên wê xwarine.
2yê Hezîrana 2026an serê sibehê, welatiyê bi navê Barzanî Osman dema ku diçû ser karê xwe, dengê giriyekî bihîst.
Ew ber bi deng ve çû û li ser sergo pitikeke ku nû ji dayîk bûye dît ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye avêtin.
Dema ku Barzanî Osman nêzîkî pitikê bû, dît ku birînên kûr li ser laşê wê hene.
Cird û mişkan hewl dabû wê pitika bêparastin bixwin.
Cirdan eniya wê xwariye
Pitik yekser rakirin nexweşxaneyê û li wir hat zanîn ku ew keç e û bi demkî wekî "Zaroka nenas, rengê Pemba" hatiye tomarkirin.
Bijîşk Dr. Mûsa Dawûd derbarê rewşa tenduristiyê ya pitikê de agahî dan û diyar kir ku birîneke giran di eniya wê de heye.
Dr. Mûsa Dawûd ragihand ku cirdan di destpêkê de xwestiye lingên pitikê bixwin û wiha got:
"Binê lingê wê hatiye xermişandin. Xuya ye ji ber ku pitikê lingên xwe dikişand û wan nedikarî bixwin, wan berê xwe daye eniya wê.
Wan eniya wê xwariye. Heke ew birîna mezin a li ser eniya wê neyê dermankirin û neyê girtin, metirsiyeke mezin li ser jiyana wê heye."
"Ev zarok milyaket in"
Barzanî Osman ê ku pitika nûbûyî dîtibû, diyar kir ku ew pir di bin bandora vê bûyerê de maye û got:
"Şeva din ji qehra, min serê sibehê taştê nexwar û êvarî jî dilê min neçû xwarinê. Ez gelekî bandor bûm.
Guneh e, ev zarok milyaket in. Xelk bi defteran (deh hezar dolaran) pereyan dide ji bo zarokekî, ev diyariya Xwedê ye."
Niha ev pitika nenas di bin çavdêriya Ofîsa Parastina Zarokan a Desteya Jinan û Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser de ye.
Her çend liv û tevgera pitikê normal be û tenduristiya wê bi giştî baş be jî, lê birîna li ser serê wê hîn jî metirsiyê li ser jiyana wê çêdike.

