Fîlozofê siyasî û Serokê sêyem ê Amerîkayê Thomas Jefferson gotiye, "Eger biryar di destê min de bûya ku em bibin xwedî hikûmeteke bê rojname yan jî rojnameyên bê hikûmet, ez dê bêyî dudiliyê ya duyem hilbijêrim."
Zêdetirî du sed salan berê, Thomas Jefferson ramanek anîbû zimên ku îro jî wekî wê demê girîng e. Civakeke azad bêyî medyayeke azad û serbixwe nabe.
Demokrasî tenê bi hilbijartin, parlamento yan dezgehên dewletê ve ne girêdayî ye. Demokrasî bi welatiyên zana ve girêdayî ye ku karibin xwe bigihînin zanyariyên pêbawer.
Bi vî awayî ew dikarin pêşhatên siyasî, civakî û aborî bi awayekî rexneyî û berpirsyarane binirxînin.
Rojnamegeriya pêbawer ji her demê zêdetir girîng e
Di serdemeke ku zanyariyên xelet, cemserbûna siyasî û manîpulasyonên dîjîtal li seranserê cîhanê belav dibin de, rojnamegeriya pêbawer ji her demê zêdetir girîng bûye.
Ew yek ji bingehên serekî yên hevgirtina civakî, aramiya demokratîk û nîqaşên giştî yên zana ye.
Ji bo gelê Kurd ev têgihiştin xwedî wateyeke taybet e.
Dîroka medyaya Kurdî bi înternet, medyaya civakî yan televîzyonên satelaytê dest pê nekiriye. Hîn sala 1898an rojnameya yekemîn a Kurdî bi navê "Kurdistan" ji aliyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê li sirgûnê hat çapkirin.
Ew ji projeyeke rojnamegeriyê gelekî zêdetir bû. Daxwaza perwerde, parastina çandê û ronakbûna civakê nîşan dida.
Di dehsaliyên piştre de, gelek rojname û kovarên Kurdî derketin. Weşanên wekî Hawar, Ronahî, Jîn, Dengê Kurdistan, Rojî Kurd û Radyoya Erîvanê bûn forumên girîng ên ji bo ziman, wêje, zanist û nîqaşên giştî. Gelek ji wan di bin şert û mercên siyasî yên dijwar de derketin.
Hinek ji wan hatin qedexekirin. Hinekên din jî edîtorên wan rastî zilmê hatin yan jî bûn penaber û çûn sirgûnê.
Lê baweriyeke wan hemûyan a hevpar hebû: Zanîn hişyariyê diafirîne û hişyarî jî civakê xurt dike.
Serdemeke nû ya rojnamegeriya Kurdî
Vekirina Med TVyê ya di salên 1990î de, di dîroka medyaya Kurdî de qonaxeke nû da destpêkirin.
Cara yekem, bi milyonana Kurdan dikarîbûn li derveyî sînorên dewletan bi zimanê xwe xwe bigihînin zanyariyan.
Qadeke giştî ya hevpar a Kurdan dest pê kir ku derkeve holê. Medya ji çavkaniyeke nûçeyan zêdetir bû. Bû amûreke nasnameya çandî, diyaloga giştî û pêwendiyên civakî.
Rûdaw jî di nav vê kevneşopiya dîrokî de cihê xwe digire. Lê di heman demê de wê rojnamegeriya Kurdî derbasî serdemeke nû kiriye.
Tenê di nav 13 salan de, Rûdaw bû yek ji torên medyayî yên herî bibandor ên herêmê.
Tiştê ku wekî projeyeke îdeal dest pê kiribû, bû çavkaniya sereke ya zanyariyan ji bo bi milyonan kesî li hemû parçeyên Kurdistanê.
Dezgehên medyayî yên navneteweyî yên wekî CNN, BBC, Reuters, Associated Press û gelekên din tim pişta xwe bi nûçe û zanyariyên Rûdawê ve girê didin.
Ev nasîn û pesindan ne ji xweber hat. Bi saya profesyonelî, pêbawerî û israrkirinê hat bidestxistin.
Pîvaneke nû ji bo medyaya Kurdistanê
Lê belê girîngiya Rûdawê ji gihîştin û serkeftina wê wêdetir e. Rûdaw bi pîvanên xwe yên profesyonel, ji bo qada berfireh a medyaya li Kurdistanê bûye pîvan û mînak.
Her dezgeha medyayî ya xurt, pîvanan datîne da ku yên din jî hewl bidin xwe baştir bikin. Ev yek teşwîqî nûçegihaniya rastir, serbixwebûna zêdetir û girêdaneke xurttir a bi nîşandana cihêrengiya civakê re dike.
Qada giştî ya demokratîk ne bi dengekî tenê ve girêdayî ye. Bi cihêrengiya dengên pêbawer ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê pirdengiya medyayê ne metirsiyek e ji bo rojnamegeriya serkeftî, belku temamkera wê ya pêwîst e.
Nêrînên cihêreng ên rojnamegeriyê, nêrînên siyasî û helwestên civakî nîqaşên giştî xurt dikin û alîkariya gihîştina demokratîk a civakê dikin.
Metirsî û guvaşên li ser rojnamegeriyê
Rewş û pirdengiya medyayê nîşaneyên girîng ên qalîteya demokrasiyekê ne. Zanîna welatiyan û raya giştî bi piranî ji aliyê medyayê ve tên diyarkirin.
Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku azadiya çapemeniyê bê parastin, şefafiyet di pêkhateyên medyayê de hebe û şert û mercên xebatê yên adil û ewle ji bo rojnamegeran bên dabînkirin.
Her wiha divê li hemberî propaganda, manîpulasyonên siyasî û gendeliya di kerta medyayê de berxwedan hebe.
Di heman demê de, nabe em wan şert û mercan ji bîr bikin ku dezgehên medyayî li Rojhilata Navîn û Îraqê tê de kar dikin.
Herêm hîn gelekî dûrî bidestxistina azadiya çapemeniyê ya temam e. Rojnameger gelek caran di bin zextên siyasî, aborî yan îdeolojîk de dixebitin.
Tirsandin, astengiyên qanûnî, destwerdana siyasî, pêbendbûna darayî û metirsiyên ewlehiyê hîn jî jiyana rojane ya gelek xebatkarên medyayê diyar dikin.
Kurdistan jî ji van astengiyan ne bêpar e. Qada wê ya medyayê di dehsaliyên dawî de gelek bi pêş ketiye lê gelek dezgeh hîn jî rastî zextên siyasî, aborî û civakî tên.
Rojnamegeriya serbixwe, li şûna rastiyeke rûniştî, hîn jî wekî têkoşîneke rojane didome.
Li hemberî vê paşxanê, karê Rûdawê hîn girîngtir dibe. Azadiya çapemeniyê qîmeta xwe ya rasteqîn ne di demên asayî û pesindanê de, di demên zext û guvaşan de nîşan dide.
Ew xwe îspat dike dema ku rojnameger tevî astengî û rexneyan jî dikolin, nêrînên cihêreng pêşkêş dikin û ji bo nîqaşên giştî qadan diafirînin.
Rûdaw bi xwe jî gelek caran rastî zextên siyasî, rexneyên giştî, astengiyên aborî û cemserbûna civakî hatiye.
Ji ber vê yekê pêbendbûna wê ya bi pîvanên profesyonel, ragihandina bêalî û serbixwebûna edîtoryal bi taybetî gelekî girîng e.
Pêwîstiya civakeke azad bi medyaya serbixwe heye
Têkoşîna ji bo azadiya medyayê ti carî bi temamî nayê qezenckirin. Divê her nifş careke din wê biparêze. Ev têkoşîn tenê li dijî destwerdana dewletê nîne.
Ew di heman demê de li dijî cemserbûn, propaganda, girêdayîbûna aborî û hewldanên veguherandina medyayê ji bo amûrên siyasî ye.
Di herêma ku bi şer, nezelalî û berjewendiyên hevrik ve hatiye dagirtin de rojnamegeriya serbixwe ji bo aramî, diyalog û bipêşketina demokratîk pir pêwîst e.
Pêwîstiya civakeke azad bi medyaya serbixwe heye. Lê ew di heman demê de hewcedarî raya giştî ya zana ye ku amade be guh bide nêrînên cihêreng û bi awayekî rexneyî bifikire.
Demokrasî tenê ji saziyan çênabe. Ew li wir mezin dibe ku mirov karibin xwe bigihînin zanînê, karibin nêrînên xwe ava bikin û li ser bingeha zanyariyên pêbawer beşdarî jiyana giştî bibin.
Di vê çarçoveyê de, serkeftina Rûdawê ne tenê serkeftina dezgeheke medyayî ye.
Ew di nav civaka Kurdî de daxwaza mezinbûyî ya ji bo rojnamegeriya profesyonel, pirdengiya medyayê û gotûbêjên giştî yên demokratîk nîşan dide.
Bawerî çavkaniya herî biqîmet e
Bawerî di her civakeke modern de çavkaniya herî biqîmet e. Pêdiviya mirovan bi rênîşandanê heye.
Ew hewce ne ku bipêşketinên siyasî fêm bikin, guherînên civakî şîrove bikin û li ser bingeha zanyariyên pêbawer biryaran bidin.
Dema ku baweriya bi zanyariyan winda bibe nezelalî, gotegot û aloziyên civakî zêde dibin.
Belavbûna nûçeyên sexte li cîhanê nîşan dide bê çawa rastî dikarin bi lez cihê xwe bidin hest, teoriyên komployê û berjewendiyên siyasî.
Ji ber vê yekê medya ji tenê hilberînerên nûçeyan gelekî zêdetir e. Ew dezgehên perwerdeyê ne. Ew mirov teşwîqî ramîna rexneyî dikin. Ew ji bo nîqaşan qadên giştî diafirînin.
Ew rê didin beşdariya civakî. Ew çanda demokratîk xurt dikin. Û ew rêberiya ku ji bo jiyana di cîhaneke ku her ku diçe aloztir dibe de ji mirovan re pêwîst e dabîn dikin.
Ji bo civaka Kurd, medya xwedî roleke din e jî. Bi nifşan, Kurd di bin pergalên siyasî yên cihêreng, şêweyên cuda yên hikûmetan û gelek caran di nav vegotinên neteweyî yên nakok de jiyane. Ji ber vê yekê, medya di navbera herêm, nifş û civakan de bûye mîna pirekê.
Di 13 salên borî de Rûdawê di avakirina van piran de roleke girîng lîstiye. Wê rûdanên siyasî belge kirin, nîqaşên civakî asan kirin û zanyarî gihandin bi milyonana mirovî. Bi vî awayî, wê alîkarî da ku rayeke giştî ya zanatir û civakeke ji xwe bawertir ava bibe.
Berdêl û destkeftî
Ev destkeftî bê berdêl nebû. Rojnamegerên Rûdawê ji qadên şer, kampên koçberan, herêmên aloz û krîzên mirovî nûçe ragihandin. Hinekan ji wan di dema bicihanîna erkên xwe yên pîşeyî de canê xwe ji dest da.
Qurbandana wan tîne bîra me ku azadiya çapemeniyê ti carî misoger nîne. Divê her roj bê parastin. Gelek caran di bin wan şert û mercan de ku cesaret, rastî û qurbandana kesane hewce dikin.
Ji ber vê yekê çîroka Rûdawê ji çîroka dezgeheke medyayî zêdetir e. Ew di heman demê de çîroka civakekê ye ku li zanîn, rênîşandan, rûmet û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe digere.
Perwerde, demokrasî û azadiya medyayê ji hev nayên veqetandin. Pêwîstiya civakeke demokratîk bi welatiyên zana heye.
Pêwîstiya welatiyên zana bi zanyariyên pêbawer heye. Zanyariyên pêbawer jî bi medyaya serbixwe ve girêdayî ne.
Astengiyên li pêş me gelek mezin in. Hişê çêkirî, zanyariyên xelet ên dîjîtal û hawîrdorên zanyariyan ên ku bi algorîtmayan têne birêvebirin awayê wergirtina nûçeyan diguherînin.
Zanyarî ji her demê leztir belav dibin lê şiyana piştrastkirina rastiyan her ku diçe dikeve bin guvaşeke zêdetir.
Ev yek dike ku dezgehên rojnamegeriyê yên pêbawer hîn girîngtir bibin. Ew bi prensîbên bingehîn ên rojnamegeriyê ve girêdayî dimînin: Rastî, piştrastkirin, şefafiyet û berpirsyariya li hemberî raya giştî.
Piştî sêzdeh salan Rûdaw ji şirketek medyayî gelekî zêdetir e. Ji bo gelek kesan li Kurdistanê û derveyî wê ew bûye saziyeke pêbawer.
Di serdemeke ku nezelalî zêde dibe de, dibe ku ev destkeftiya herî mezin be ku rojnamegerî dikare bi dest bixe.
Zanyariyên rast ewlehiyê diafirînin.
Ewlehî jî baweriyê diafirîne.
Pêwîstiya civakeke demokratîk bi her duyan jî heye.
Pêwîstiya civaka Kurdî bi her duyan jî heye.
Û pêwîstiya wê bi wan dezgehên medyayî heye ku amade ne her roj van nirxan biparêzin.
Berdewam bike Rûdaw!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

