Dêrezor (Rûdaw) - Tirkiyeyê ji nişka ve ava Çemê Feratê berda û ji ber vê yekê asta avê bilind bû û avê qadeke berfireh da ber xwe.
Li Dêrezor û Reqayê 2 hezar û 400 malbat neçar man ku malên xwe biterikînin.
Bi belemên biçûk çûn û hatinê dikin
Malbata Îsmaîl yek ji wan 2 hezar û 400 malbatên Dêrezor û Reqayê ye ku ji ber lehiyê malên xwe terikandine.
Ew niha ji bo gihîştina cihên din bi belemên biçûk çûn û hatinê dikin.
"Rizqê min di ber avê re çû"
Welatiyê ji Reqayê Îsmaîl Naşif yek ji mexdûrên vê lehiyê ye.
Îsmaîl Naşif qala rewşa xwe kir û got:
“Mala min nêzîkî 200 metreyî dûrî rê ye. Av derbasî mala min û ya cîranên min bû. Zerer gihîşt malên me.
Niha ez dê we bibim malê û nîşanî we bidim. Em dixwazin van rêyan ji me re çêbikin. Mala me xera bû, Xwedê alîkariya me bike.
Ez di karê mirîşkan de dixebitim lê hemû rizqê min di ber avê re çû.”
Asta avê metre û nîvekê bilind bû
Fitêm Naşifa ku av ketiye mala wê jî behsa rewşa xwe ya zehmet kir û got:
“Malên me xera bûn. Asta avê metre û nîvekê bilind bû. Du ode û pêjgeha min çûn. Xelef li Xwedê.”
Wan derfet nedît ku rewşê kontrol bikin
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr li ser mijarê axivî.
Mihemed Beşîr piştrast kir ku ev 30 sal in ava Feratê ew qasî bilind nebûye.
Wî destnîşan kir ku wan bi Tirkiyeyê re pêwendî daniye da ku asta avê kêm bike.
Wezareta Hawarçûnê ya Sûriyeyê jî da zanîn ku hikûmeta Tirkiyeyê di demeke dereng de ew agahdar kirine.
Ji ber vê yekê wan derfet nedît ku rewşê kontrol bikin.
Wezaretê her wiha ragihand ku wan 240 endamên xwe xistine amadehiyê.
