Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Kuweytê ragihand ku pergalên wan ên parastina asmanî hewl didin êrişên bi mûşek û dronan asteng bikin.
Artêşa Kuweytê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pergalên me yên parastina asmanî hewl didin êrişên mûşek û dronan asteng bikin."
Hat diyarkirin ku dengê teqînên ku tên bihîstin, ji ber wê yekê ye ku pergalên parastina asmanî "êrişên dijminan" têk dibin.
Di daxuyaniyê de li ser çavkanî yan jî cûreyê êrişan hûrgilî nehatin dayîn.
Her wiha bangî xelkê hat kirin ku li gorî rênişandinên ewlehiyê tevbigerin.
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand:
“Pêleke din a dronên Îranê îşev xwest êrişî hêzên Amerîkayê yên li Kuweytê bike lê ew negihîştin armancên xwe.
Pergalên parastina asmanî gelek dron xistin xwarê û nehişt ti zererek bigihêje karmend û sermayên Amerîkayê."
Daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê
Supaya Pasdaran a Îranê jî ragihand ku wan baregehên hêzên Amerîkayê yên li Kuweytê bi mûşekan kirine hedef.
Supaya Pasdaran da zanîn ku wan ev êriş wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Qişmê ya Îranê kiriye.
Supaya Pasdaran her wiha eşkere kir ku li Tengava Hurmizê di navbera Amerîka û Îranê de êrişên dualî çêdibin.
Hat îdiakirin ku hinek baregehên Amerîkayê hatine têkbirin û stargehên leşkerên wan rûxiyane.
Gef li welatên derdorê hat xwarin
Di daxuyaniyê de gef li wan welatan hat xwarin ku ji bo êrişên li dijî Îranê ax û qada xwe ya asmanî ji Amerîkayê re vedikin.
Medyaya Îranê berê ragihandibû ku li nêzîkî Tengava Hurmizê li Girava Qişmê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Piştî van nûçeyan, Artêşa Kuweytê jî ragihandibû ku bi mûşek û dronan êrişî axa wan hatiye kirin.



