Hewlêr (Rûdaw) - Ajotina di bin bandora alkolê de di trafîkê de yek ji metirsiyên herî mezin e.
Niha teknolojiyeke nû tê ku vê pirsgirêkê çareser dike û pîvanê bi tevahî bêyî pifkirinê dike.
Şirketên bi navê Aumovio û TrinamiX li pişt vê teknolojiya nû ne.
Şirketa yekem karê bicihkirina pergalê di nav otomobîlê de dike. Şirketa duyem jî sensora bipêşketî hildiberîne.
Ev şirket girêdayî şîrketa mezin a kîmyayê BASFê ye û di pergalên sensorên nûjen de pispor e.
Kontrola alkolê ya bi şopa tiliyê
Pîvan bi teknolojiya nêz-înfrared tê kirin. Tîrêjên ronahiyê di serê tiliyê re tên şandin û digihîjin xwîna nav tevnên laş.
Li gorî rêjeya alkolê ya di xwînê de bi taybetî etanolê ronahî bi awayên cuda vedigere.
Bernameyeke ku bi hişê çêkirî dixebite van sînyalan dinirxîne û di nav çend saniyan de rêjeya alkolê ya tam hesab dike.
Li gorî pêşdebiran ev pergal maqûl e. Ew dikare li gorî sînorên cuda yên qanûnî were eyarkirin.
Her wiha bêyî ku balê bikişîne dikare di nav otomobîlê de were bicihkirin.
Wekî mînak, dikare di nav dîreksiyonê, ekranê an jî bişkoka destpêkirinê ya otomobîlê de cih bigire.
Zêdetir ewlehî an zêdetir kontrol?
Alîgirên vê teknolojiyê vê yekê wekî gaveke rastîn a ji bo ewlehiyeke zêdetir dinirxînin.
Bi taybetî jî dema ku sensor rasterast bi destpêkirina motorê ve girêdayî be.
Ev tê wê wateyê ku kesê zêde alkol vexwaribe, nikare otomobîlê bide xebitandin.
Bi vî awayî hîn berî ku dest pê bikin, rê li ber ajotinên xeternak tê girtin.
Lê cih ji bo rexneyan jî heye. Dibe ku gelek şofêr vê pirsê ji xwe bikin:
"Ma divê ez di paşerojê de ispat bikim ku ez ne serxweş im tenê ji bo ku ez otomobîla xwe bidim xebitandin?"
Her wiha mijara bikaranîna van amarên hesas jî cihê pirsê ye.
Ev amar dê li kû werin tomarkirin? Kî dikare wan bibîne? Û eger pîvan bi awayekî xelet were kirin dê çi bibe?
Teknolojiya bipêşketî û nîqaş
Pîvana alkolê ya bi tiliyê nîşan dide ku teknolojiya otomobîlan çi qasî bi lez bi pêş dikeve.
Lê di navbera ewlehiyeke zêdetir û çavdêriyeke îhtîmalî de xeteke zirav heye.
Eger ev teknolojî bi rastî jî di otomobîlan de cihê xwe bigire, di dawiyê de şirketên hilberîner, qanûndaner û pejirandina şofêran dê biryarê bidin.
