Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîneke ji aliyê Zanîngeha Giştî ya Kensingtonê ya Awistralyayê eşkere dike ku çixareya elektronîk ne cihgirê ewle yê çixareya asayî ye û metirsiya gelek nexweşiyan û penceşêrê zêde dike.
Lêkolîna li ser çixareyê di kovara Carcinogenesisê de hatiye belavkirin û bi serperiştiya Profesor Bernard Stewart û lêkolerên zanîngehên Queensland, Flinders, Sydney, Royal, Şahane ya Brîtanyayê, Prens Charles û Sunshine Coastê hatiye kirin.
Hemûyan ew yek ducare kiriye ku "çixareya elektronîk îhtimala pêketina bi gelek cureyên nexweşiyan û penceşêrê zêde dike û metirsiya wan qet ne kêmtirî ya çixareya asayî ye."
Lêkolîn xwe dispêre lêkolînên klînîkî, ceribandinên li ser ajelan û lêkolînên di laboratuwaran de.
Ev lêkolîn li ser wan madeyên kîmyayî tên kirin ku ji çixareyên elektronîk çêdibin.
Dûyê çixareya elektronîk dikare zererê bide DNAyê û bibe sedema westana demdirêj û ev yek jî di çêbûna penceşêrê de rolê dilîze.
Her wiha ji ber germkirina madeyên nav wê, dibe ku madeyên formaldehîd, asetaldehîd û metalên giran ên wekî nîkel, krom û qurqişmê çêbibin û ev jî dibin sedema penceşêrên pişik, dev, qirik û mîzdankê.
Profesor Bernard Stewart diyar kir:
"Çixareyên elektronîk wan şileyan germ dikin ku gelek caran nîkotîn, madeyên kîmyayî yên tamdar û tiştên wekî propîlen glîkol û glîserîna riwekî tê de ne.
Dema ev made tên germkirin, dibe ku veguherin wan pêkhateyan ku zererê didin xane û DNAyê."
Pispora Pizîşkiya Hawarçûnê û Alîkara Profesor a li Zanîngeha George Washingtonê Dr. Leana Wenê destnîşan kir:
"Ti belgeyên zanistî piştgiriyê nadin wê yekê ku çixareya elektronîk ji çixareya asayî ewletir e.
Çimkî her yek ji wan komek zereran li xwe digire."
FDA çixareya elektronîkê pêşniyar nake
Li ser wê yekê ku gelo mirov dikare ji bo berdana çixareya asayî berê xwe bide çixareya elektronîkê, Saziya Xwirek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) ragihand ku ev yek nayê pesendkirin û her du jî metirsîdar in.
Sazî ji bo berdana çixareyê van tiştan pêşniyar dike:
· Bikaranîna benîştê nîkotînê
· Hilmijêr û spreyên poz ên nîkotînî
· Lezgeya nîkotînê (bantên nîkotînê)
· Bikaranîna dermanên varînîklîn û bupropiyonê (bi şêwira bijîşk)
· Dîtina şêwirmendekî derûnî
Piştî berdana çixare û nargîleyê çi rû dide?
Piştî 20 xulekan:
Lêdana dil asayî dibe.
Piştî 8 demjimêran:
Asta oksîjenê asayî dibe.
Piştî 48 demjimêran:
Pişik paqij dibin.
Bêhnkirin û tamkirin asayî dibin.
Piştî 72 demjimêran:
Bêhngirtin rihettir dibe.
Piştî 2-14 hefteyan:
Gera xwînê asayî dibe.
Liv û tevger û çalakiya laş baştir dibin.
Piştî 3-9 mehan:
Kuxik û bêhntengî namînin.
Çalakiya pişikan ji sedî 10 zêde dibe.
Piştî salekê:
Îhtimala krîzan kêm dibe.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)