Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê di doza kongreya CHPyê de biryara xwe da.
Dadgehê biryar da ku Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê wekî tedbîreke demkî ji kar werin dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu û birêvebiriya wî peywirê dewr wergirin.
Kongreya Asayî ya 38an a CHPyê 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû kirin.
Ji bo betalkirina vê kongreyê dozek hatibû vekirin.
Dadgeha Hiqûqa Asliye ya 42yan a Enqereyê 24ê Çiriya Pêşîn a 2025an de gotibû, "Ji ber ku mijara dozê nemaye pêwîstî bi dayîna biryarê nîne."
Daîreya Hiqûqê ya 36an lêkolîna xwe ya îstinafê ya li ser vê biryarê temam kir.
Li gorî vê yekê, serlêdanên îstinafê hatin qebûlkirin. Biryara Dadgeha Hiqûqa Asliye ya 42yan a Enqereyê hat rakirin.
Biryara betalbûna mitleq
Daîreyê doz qebûl kir. Dadgehê tesbît kir ku Kongreya Asayî ya Bijartî ya 38an a CHPyê ji ber "betalbûna mitleq" (bi temamî bêhukim) seqet e.
Dadgehê biryar da ku kongre ji roja hatiye kirin ve betal e.
Ji ber biryara betalkirinê ya bi sedema betalbûna mitleq, dadgehê biryareke din jî da.
Li gorî biryarê, hemû kongreyên asayî û awarte yên ku piştî wê demê di nava partiyê de hatine kirin û biryarên hatine dayîn jî bêhukim in.
Di biryarê de hat diyarkirin ku "hemû kongreyên asayî, awarte û biryarên wan hatine betalkirin."
Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku "vegerin rewşa beriya Kongreya Asayî ya Bijartî ya 38an."
Her wiha hat xwestin ku "Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û organên partiyê yên beriya kongreyê wekî berê li ser peywira xwe bin."
Kongreya Stenbolê ya CHPyê jî hat betalkirin
Her wiha Kongreya Bajarê Stenbolê ya CHPyê jî bi heman hincetê hat betalkirin.
Ev kongre 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû kirin û hemû biryarên di wê kongreyê de hatibûn standin jî betal bûn.
Di biryara daîreyê de ev îfade cih girtin:
"Kongreya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan bi betalbûna mitleq seqet maye.
Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind bi wê kongreyê hatin ser peywirê. Ew wekî tedbîr ji peywirê hatin dûrxistin.
Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind beriya kongreya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li ser peywirê bûn.
Ew dê heta ku biryar teqez bibe wekî tedbîr peywirê dewr wergirin û vegerin ser karê xwe.
Biryara tedbîra îhtiyatî ya ji bo vegerandina peywirê, ji bo pêwîstiyê ji Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Enqereyê, Saziya Hilbijartinê ya Navçeya Çankayayê ya 4an û Parêzgariya Enqereyê re hat şandin."
Daîreyê biryara xwe bi "yekdengî" da. Her wiha rêya temyîzê ya li Dadgeha Bilind (Yargitay) jî di nava 2 hefteyan de vekirî ye.
Banga Ozel ji bo endamên partiyê
Li aliyê din, ji CHPyê ji bo hemû endamên partiyê peyamek hat şandin.
Di peyamê de bangî partiyiyan hat kirin û hat gotin:
"Em hemû endamên partiya xwe û hemû rêxistina xwe bi banga Serokê me yê Giştî Birêz Ozgur Ozel, vedixwînin Navenda xwe ya Giştî."
Betalbûna mitleq tê çi wateyê?
Betalbûna mitleq (bi temamî bêhukim), tê wê wateyê ku karekî hiqûqî ji ber ku li dijî rêzikên ferzker ên qanûnê, nîzama giştî yan jî exlaqê giştî ye, ji destpêkê ve bi tevahî bêhukim tê dîtin.
Çi bûbû?
Ozgur Ozel di Kongreya Asayî ya 38an a 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan de ketibû pêşbirka serokatiya giştî.
Ozel li hemberî Kemal Kiliçdaroglu bi ser ketibû û wekî serokê nû yê CHPyê hatibû hilbijartin.
Piştî serkeftina Ozel, Serokê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş û hinek delegeyan doza betalkirinê vekir.
Wan daxwaz kir ku tesbît bibe Kongreya Asayî ya 38an bi "betalbûna mitleq" betal e.
Wan her wiha xwest ku Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, Meclisa Partiyê û Desteya Dîsîplînê ya Bilind ji peywirê werin dûrxistin.
Di heman dozê de hatibû daxwazkirin ku Kiliçdaroglu û desteyên berê yên ku beriya Kongreya 38an li ser kar bûn careke din vegerin ser peywira xwe.
