Hewlêr (Rûdaw) - Kemal Kiliçdaroglu yê ku bi biryara dadgehê careke din vegeriya Serokatiya Giştî ya CHPyê, piştî du sal û nîvan yekem car derket ser dika Navenda Giştî ya CHPyê û got, “Di pirtûka me de paqijbûn heye lê ev paqijbûn ne tesfiye ye, ev ji nû ve jidayikbûnek e."
Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara Dadgeha Îstinafê careke din bû Serokê Giştî yê CHPyê, îro yekem car çû Navenda Giştî û bi welatiyan re cejin pîroz kir.
Di heman demê de, Ozgur Ozelê ku bi heman biryarê bi awayekî tedbîrî ji kar hatibû dûrxistin, li Enqereyê bernameyeke cuda li dar xist.
Kemal Kiliçdaroglu li Navenda Giştî ya CHPyê di bernameya pîrozbahiya cejnê de axivî.
Wî axaftineke tund kir û li ser bandora cemeata Fetullah Gulen û bertîlê banga hesabpirsînê kir.
"Ez dê bi rastiyê biaxivim"
Kiliçdaroglu di destpêka axaftina xwe de helwesta xwe zelal kir û got:
"Ez dê îro gelekî eşkere biaxivim. Lê ne bi hêrsê. Ez dê tund biaxivim lê ne bi kîn.
Ez dê rastiyê bibêjim lê bêyî ku kesekî biçûk bixim û bêyî ku neheqiyê li kesî bikim. Ji ber ku kevneşopiya me ev e, em CHPyî ne."
Kiliçdaroglu tekez kir ku hesabpirsîn ne li ser esasê kesane ye lê exlaqî ye û wiha domand:
"Di pirtûka me de tolhildan, îftira û kîn nînin, helalkirin û hesabpirsîneke mêrane heye. Lê ev hesabpirsîn ne kesane ye, exlaqî ye.
Di pirtûka me de paqijbûn heye! Lê ev paqijbûn ne tesfiye ye, ev ji nû ve jidayikbûnek e."
Daxwaza lêborînê
Beşa herî balkêş a axaftina Kiliçdaroglu, gotinên wî yên li ser Cemaeta Fetullah Gulen bûn.
Kemal Kiliçdar li ser vê mijarê wiha got:
"Deynê min ê lêborînê ji vî miletê ezîz re heye.
Ji ber ku min zû fêm nekir ku ajanên Fetoyê bi dizî tevlî wê meşa min a ji bo azadî, edalet û paşerojeke ronî ya miletê me bûne, ez ji we lêborînê dixwazim.
Ez ji we lêborînê dixwazim ku min ew kesên xafil ên ku li pişt deriyên girtî meded ji derve dixwestin di himbêza xwe de xwedî kirin."
Kiliçdaroglu paşê bi tundî bertek nîşanî wan kesan da ku wî wekî "xayîn" pênase dikin û got:
"Mirovekî ku ti carî pêwendiya wî bi ti rêxistina terorîstî re çênebûye, li hemberî we ye!
Ew kesên ku xwestine herriyê biavêjin me, herriyê bi destên xwe ve zeliqandiye."
"Poşetên bertîlê, qutî û sifreyên heram…"
Kemal Kiliçdaroglu li ser îdiayên gendeliyê got:
"Ma li wê ocaxa bav bertîl çêdibe? Ma peşkeşkirina mafê sêwiyan a li Şaredariya Uşakê di pirtûka ocaxa bav de cih digire?
Ma di ocaxa bav de pereyên heram di nav poşetên marketan de dibin?
Ma di qutiyan de bertîl tê dayîn? Ma bi hesapên Fetoyî kumpas tên danîn?"
Kiliçdaroglu bi tundî rexne li serokên şaredariyan jî girtin û wiha domand:
"Ji ber ku min nekarî wan şaredarên ku çavên xwe berdidin mafê sêwiyan û serî li bertîl û talanê didin, ji vê partiyê bavêjim, ez ji we û ji deryaya heqiyê lêborînê dixwazim.
Ew kesên ku li ocaxa bav rûdinin, nikarin li hemberî îdiayên poşetên bertîlê yên di bin banê Meclîsa Gazî de bêdeng bimînin.”
"Îradeya delegeyan hatiye kirîn, ez dê hesabê bipirsim"
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku divê kongreyeke paqij û bêkêmasî were kirin û got:
"Îdiayên ku ji wê rojê û pê ve derketine holê, dosyayên ku çûne dadgehê û ew xala ku em îro gihîştinê, tiştek nîşanî me da:
Eger demokrasiya hundir a partiyekê birîndar bibe, demokrasiya welêt jî birîndar dibe.
Heger îradeya delegeyê partiyekê gumanbar bibe, baweriya bi îradeya milet jî diheje."
Kiliçdaroglu bal kişand ser daxwaza xwe ya hesabpirsînê û anî ziman:
"Ji min dipirsin, tu dê çi bikî? Ez dê hesabê bipirsim! Bila her kes vê yekê wisa bizanibe.
Ez dê di demeke herî kurt de sindoqa kurultayê bînim pêşiya we. Em dê kurultayeke pak û paqij bikin.
Kî ji wê sindoqê derkeve dê bibe serokê rewa û hiqûqî yê partiyê.”
