Enqere (Rûdaw) – Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara Dadgeha Îstinafê careke din bû Serokê Giştî yê CHPyê, îro yekem car çû Navenda Giştî û bi welatiyan re cejin pîroz kir.
Ozgur Ozelê ku bi heman biryarê bi awayekî tedbîrî ji kar hatibû dûrxistin, li parka Guvenê ya Enqereyê bernameyeke cuda li dar xist.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu piştî 3 salan careke din vegeriya navenda partiya xwe.
Kiliçdaroglu bi gulan hate pêşwazîkirin û di axaftina xwe de got ku ew hatiye hesab bipirse.
Her wiha Kiliçdaroglu ji bo gelek xalan jî lêborîna xwe xwest.
"Min ew kes tespît nekirin"
Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê careke din li Serokatiya CHPyê vegeriya û piştî 3 salan çû navenda partiya xwe.
Ew bi gulan hate pêşwazîkirin û dîsa li ser kursiyê xwe rûnişt.
Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya yekem de got ku wî di wextê xwe de ew kesên bertîlxwer û diz tespît nekirine.
Wî ji ber vê yekê lêborîn xwest.
Birêvebirê berê yê CHPyê Berhan Şîmşek wiha axivî:
“Ev der ocaxa Ataturk e. Wekî ku serokê me yê giştî jî gotiye, em li bendê ne ku hemû hevalên me, 86 milyon kes li bin qubeya asîman bibin yek. Em ji bo vê yekê li vir in.”
Birêvebirê berê yê CHPyê Zeynel Kizilkaya jî got:
“Birêz serokê me rastî neheqiyekê hatibû. Em dê piştî biryara dadgehê îro bi hev re serokê giştî li şûna wî bidin rûniştandin.”
Li CHPyê du serokên giştî hene
Ozgur Ozel jî di heman demê de li ber avahiya serokatiya CHPyê ya Enqereyê bernameyeke cuda li dar xist.
CHP bi pêşengiya du lîderan wekî du partiyên cuda tevdigere.
Kiliçdaroglu dibêje ku deriyên partiyê ji bo hemû endamên paqij vekirî ne.
Lê wî destnîşan kir ku ew dê pêvajoyeke nû ya paqijbûnê jî bidin destpêkirin.
Alîgira CHPyê Ozlem Şenerê hestên xwe wiha anîn zimên:
“Jixwe serokê me got ku em dê paqij bibin. Em paqij dibin, ji ber ku baweriya me bi serokê me heye. Em bi wî re ne.”
Parlamenterê berê yê CHPyê Bariş Yarkadaş got:
“Bi ya min partî perçe nabe. CHP çinareke mezin e û li binê wê ji bo her kesî cih heye.
Bila tenê her kes bi hezkirin, rêzdarî û ferasetê tevbigere.”
Hemû civînên bêdestûr hatin rawestandin
Li aliyê din, bi biryara Kiliçdaroglu hemû civîn û çalakiyên ku destûra partiyê ji bo wan tune hatin rawestandin.
Tê payîn ku ew di rojên pêş de meclîsa partiyê kom bike û nexşerêya xwe ya nû eşkere bike.
