Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, destûr da civîna Koma Parlamentoyê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) ku dê sibe ji aliyê Ozgur Ozel ve were lidarxistin.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu diyar kiribû ku ew dê bi xwe biryarê li ser dîroka civîna komê ya CHPyê bide.
Lê piştî biryara dadgehê, Ozgur Ozel wekî Serokê Koma CHPyê yê Parlamentoyê hatibû hilbijartin.
Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê serlêdanên Kiliçdaroglu û Ozel nirxandin û biryara xwe da.
Di encamê de, ji bo lidarxistina civîna komê bi awayekî fermî destûr dan Ozgur Ozel.
Li bernameyê hat zêdekirin
Piştî vê biryarê, civîna CHPyê li bernameya heftane ya malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat zêdekirin.
Li gorî vê yekê, Civîna Koma CHPyê dê sibe saet 13:30î li parlamentoyê bê lidarxistin.
