Hewlêr (Rûdaw) - Peykerê qerase yê 21 metreyî yê ku ji bo efsaneyê futbolê yê Arjantînî Lionel Messi li bajarê Kalkutayê yê Hindistanê hatibû çêkirin, ji ber metirsiyên ewlehiyê tê rakirin.
Hat destnîşankirin ku peyker ji ber bayên xurt diheje û ev yek ji bo jiyana welatiyên li derdorê bûye metirsiyeke mezin.
Ev peykerê zêrîn meha Kanûna Pêşîn a borî bi beşdariya Lionel Messi bi xwe hatibû vekirin û bala alîgirên fotbolê kişandibû ser xwe.
Lê belê piştî lêkolînên endazyarên eyaleta Bengala Rojava, li kolanên Kalkutayê fikar û dilgiranî çêbûn.
Bi werîsan hat girêdan
Li gorî raporên endazyariyê, peykerê 21 metreyî yê ku Messi tevlî Kupaya Cîhanê nîşan dide, li hemberî bayên tund ên li herêmê berxwedana xwe winda kiriye.
Rayedaran ji bo ku rê li ber hilweşîna peyker bigirin, karker sewqî herêmê kirin.
Peyker ji bo ku neherive bi werîsên stûr bi cihên saxlem ve hat girêdan.
"Ewlehiya gel ji her tiştî girîngtir e"
Endamê Meclisa Zagonsaz a Bengala Rojava Sharadwat Mukherjee di daxuyaniya xwe ya ji bo medyayê de diyar kir ku endazyarên wan li ser rîskdarbûna peyker nêrîna xwe ya teqez eşkere kiriye û anî zimên:
"Hejîna peyker a di rojên bi ba de ne nîşaneke baş e. Ewlehiya gel ji her tiştî girîngtir e. Em dê di demeke herî nêzîk de peyker ji cihê wî rakin."
Rakirina peyker dê zehmet be
Ji ber giranî û mezinahiya peyker, tê payîn ku karê rakirina wî gelekî zehmet û aloz be.
Rayedaran hîn biryar nedaye bê ma peyker dê piştî rakirinê were sererastkirin û li cihekî din were danîn an dê ji binî were rakirin.
Hezkirina futbolê ya li Hindistanê
Li Hindistana ku nifûsa wê zêdetirî 1,4 milyaran e, futbol piştî krîketê werzişa herî navdar e û bi Messi re ev hezkirin zêdetir bûye.
Her çi qasî Hindistan di rêzbendiya FIFAyê de di rêza 142yan de be jî hezkirina Messi bi peykerên wiha yên li çar aliyên welêt tim tê rojevê.
