Dêrsim (Rûdaw) - Gundiyên gundê Havaçorê yê navçeya Pilûrê ya Dêrsimê "Nobeda Xweza û Jiyanê" didomînin.
Wan ev nobed ji bo parastina riwekên endemîk ên li herêmê daye destpêkirin.
Tevî şert û mercên neyînî yên hewayê jî gundî di konan de nobeda xwe didomînin.
Gundiyan diyar kir ku berhevkirina riwekan a bêkontrol zerereke mezin dide xwezayê û xwest ku tedbîr werin wergirtin.
Ev nobed bi pêşengiya Komeleya Gundê Havaçorê tê girtin û ketiye sala xwe ya sêyemîn.
Gundî diyar dikin ku bi taybetî mehên Gulan û Hezîranê berhevkirina riwekan zêde dibe û ev yek gefê li jiyana xwezayî ya li herêmê dixwe.

“Armanca me parastina riwekan e”
Meral Dîler li qada nobetê axivî û wê da zanîn ku ew sê sal in nobeda xwezayê digirin û got, “Ev 3 sal in em vê nobeta xwezayê digirin.
Îsal jî 24ê mehê li vê derê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û paşê me dest bi nobedê kir.
Ev 5-6 roj in em nobedê digirin. Armanca me ew e ku em riwekên vê derê biparêzin.
Berê li ber deriyê me kulîlk vedibûn. Rêvas, gulik û bi taybetî jî rêvas li ber tunebûnê ne.
Me dît ku ev li ber tunebûnê ne û dilê me qebûl nekir.
Me destûr neda ku erdnîgariya ku em lê dijîn û lê mezin bûne tune bibe.
Ev sê sal in bi qasî ku ji destê me tê em hewl didin bibin asteng.
Daxwaza me ev e, qedexe nebe jî bila mehên Gulan û Hezîranê de sînordarkirinek hebe.
Bila riwek heta ku tovên xwe dirêjînin werin parastin, pişt re xelk dikare were û bigere.”

“Kivark û rêvasên me dibin”
Zeynel Hayriogluyê ku got ew sê sal in li herêmê nobedê digirin bal kişand ser wêraniya li xwezayê û anî zimên:
"Ev sê sal in em li vê derê nobetê digirin. Çiyayên me talan dikin. Kivark, rêvas û sîrimên me kom dikin û dibin. Anîne asta tunekirinê.
Di rewşeke asayî de berhevkirina hinek riwekan qedexe ye û cezayê wê heye lê li vê derê hîn jî kom dikin.
Wekî komele em sê sal in li vê derê nobetê digirin û em sedema nobeta xwe vedibêjin."
Erdal Kiroglu jî diyar kir kesên ku ji bajarên din tên bi awayekî zêde riwekan kom dikin û pê de çû:
"Em hatin vê derê da ku gundên xwe biparêzin.
Çimkî mirovan dest pê kir zerereke zêde dan û li ti deran riwek nehiştin.
Ji Xarpêt, Çewlîg û Amedê tên. Ji Pêrtag û Çemişgezegê tên.
Em li gundê xwe ketin rewşa penaberan. Em di vê hewayê de, li ser vê rêyê disekinin."
Cevahîr Agdanê jî daxuyand ku ew ji bo parastina gundên xwe û xwezayê nobeta xwe didomînin û got,
"Me ji bo ku em mafê xwe û gundê xwe biparêzin kon veda ye.
Em naxwazin riwekên vê derê werin komkirin. Em naxwazin gundê me xirab bibe."

Hunermend Dogan Çelîk jî piştgirî da nobedê
Hunermend Dogan Çelîk bi berhemên xwe yên Kirmanckî (Zazakî) piştgirî da nobeda gundiyên Havaçorê û wî jî destnîşan kir ku divê herêm were parastin.
Çelîk got, "Em dixwazin ev der di nav qadên madenan de nemînin, ev der nebin yên kesên din. Em naxwazin ev der werin wêrankirin.
Ev der ji me re lazim in, ji mirovahiyê re lazim in. Ev der cihê heqîqetê û mirovahiyê ye, cihê hemû zindewarên xwezayê ye."
Gundiyan diyar kir ku dê Nobeta Xweza û Jiyanê rojên pêşiya me jî bidome û ji bo parastina dewlemendiyên xwezayî yên Dêrsimê ji raya giştî piştgirî xwest.
