Holend (Rûdaw) - Ehmed Qiliç şêwekarekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û w nêzîkî 10 salan e li Holendayê dijî û berhemên wî wekî hunermendekî navdar tên nîşandan.
Ew di tabloyên xwe de bîranînên warê xwe û êşên koçberiyê tevlîhev dike.
Biryar da xwe terxanî hunerê bike
Ehmed Qiliç sala 1964an li Helebê ji dayîk bûye.
Wî destpêkê beşa kîmyayê xwendiye lê wî piştre biryar daye ku xwe bi temamî terxanî hunerê bike.
Li gorî gotina wî, ji ber ku di nav malbat û civaka wî de têgihîştina ji bo hunerê kêm bû, ew rastî astengiyan hatiye û hest bi xerîbiyê kiriye.
Portreyên mêran rengvedana kesayetiya wî ye
Berhemên Qiliç bi şêwaza ekspresyonîzma abstrakt in û balê dikişînin ser ruhê mirov.
Qiliç ragihand ku ew portreyên mêran ên ku ew çêdike ji sedî 50 rengvedana kesayetiya wî ne.
Ehmed Qiliç şêwekarekî diyar e û xwedî stîleke taybet e ku bi hêsanî tê naskirin.
Wî di berhemên xwe de kêmtir girîngî daye sembol û nîşaneyên folklorîk ên Kurdî û ji wê çarçoveyê derketiye.
Koçberî mijara wî ya sereke ye
Di tabloyên wî de koçberî mijareke sereke ye.
Ev mijar rengvedana tecrubeya jiyana wî û malbata wî ye ku ji Çiyayê Kurmênc koçî Helebê û piştre jî koçî Holendayê kirine.
Li gorî daxuyaniya wî, ew 20 heta 25 sal in li ser mijara koçberiyê dixebite.
Wî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku koçberî beşek ji jiyana Kurdan e.
Di nav xerîbiyê de tabloyên wî bûne derman
Ehmed Qiliç da zanîn ku çûna wî ya Holendayê deriyekî nû li ber wî vekiriye û ew bi çandeke nû re aşîna bûye.
Lê koka wî her di nav tabloyên wî de maye.
Wî tabloyên xwe di dema xerîbî û diltengiyê de wekî derman û stargehekê bi kar anîne û vê yekê ji Sûriyeyê ve dest pê kiriye.
Niha Ehmed Qiliç li bajarê Maastrichtê yê Holendayê dijî û bi gelek galeriyên navdar re peymanên wî hene.
Ew bi firotina berhemên xwe debara xwe dike.
