Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê zêdebûna lêçûnên çapkirinê û giraniya krîza aborî, rewşa weşanxaneyên Kurdî zehmet dike.
Weşanger hişyariyê didin ku ji ber zextên darayî yên giran dibe ku ew êdî nikaribin wan pirtûkên ku çapa wan qediyaye careke din çap bikin.
Nûnera Weşanxaneya Madiyarê Seyran Saîdpur di Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê de ku doh bi dawî bû, ji Rûdawê re axivî.
Seyran Saîdpurê got, "Lêçûnên çapkirina pirtûkan li gorî salên berê du qat heta sê qat zêde bûne. Rewş gihîştiye asteke wisa ku dema çapa hinek pirtûkan biqede, dibe ku em nikaribin wan ji nû ve çap bikin."
Saîdpur ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo beşdarbûna pêşangehê hatiye Hewlêrê.
Wê diyar kir, her çend xwînerên dilsoz hebin jî krîza aborî bandoreke cidî li xwesteka kirîna pirtûkan kiriye.
"Girseya xwîneran hîn heye"
Saîdpurê axaftina xwe wiha domand:
"Me berê beşdarî pêşangeheke pirtûkan a li Sineyê kiribû. Di civakê de her tim kesên ku pirtûkan dixwînin an jî dikirin hene. Her çend hejmara wan bi awayekî berçav kêm bûbe jî ev girse hîn heye û mirov nikare bibêje rewş gelekî xerab e."
Îran bi krîzeke aborî ya demdirêj re rûbirû ye.
Zêdebûna enflasyonê, daketina nirxê pereyê niştimanî û kêmbûna hêza kirînê bandoreke xirab li ser welêt kiriye.
Cezayên navneteweyî û bandorên aborî yên şerên bi Amerîka û Îsraîlê re ev krîz kûrtir kirine.
Bihabûna kaxiz, amûrên çapxaneyê û lêçûnên din barê weşangeran girantir dike.
Ji ber kêmûkuriya budceya malbatan, gelek welatiyên Îranê li şûna pirtûk û berhemên çandî, girîngiyê didin xwarinên sereke.
Fuarê 10 rojan dewam kir û ji Îranê 9 weşanxane tevlî bûn.
Heft ji wan weşanxaneyan ji Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Weşanger bi hêvî bûn ku bi firotina li fuarê dê zerera ku ji ber zêdebûna lêçûnên çapkirinê çêbûye qerebû bikin.
"Ev tablo asta krîzê bi eşkereyî nîşan dide"
Birêvebirê Weşanxaneya Kurdistanê Mihemed Mehmûdî da zanîn ku tevî hemû şert û mercên zehmet wan bi sedan berhem anîne fuarê û got:
"Me ji bo vê fuara pirtûkan zêdetirî 700 cure pirtûk anîn û me çapa zêdetirî 30 pirtûkên nû kir. Mixabin rewş êdî gihîştiye asteke wisa ku eger mirovek tenê xwarinê ji xwe û malbata xwe re peyda bike ev wekî serkeftineke mezin tê dîtin. Ev tablo asta krîzê bi eşkereyî nîşan dide."
Zextên aborî û astengiyên li pêşiya perwerde û weşangeriya Kurdî jî barê weşangerên Kurd ên li Îranê girantir dikin.
Her çend destûra Îranê rê bide ku zimanên herêmî û etnîkî di çapemeniyê de werin bikaranîn û li dibistanan edebiyata wan were fêrkirin jî Farisî tekane zimanê fermî û zimanê sereke yê perwerdeyê ye.
Hero Nezmî 10 sal in di sektora weşangeriyê de kar dike û tecrubeyeke wê ya mezin heye.
Hero Nezmî û hevjînê xwe ji bo beşdarî fuarê bibin ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin.
Nûnera Weşanxaneya Xaniyê Hero Nezmiyê diyar kir, ji bilî pirtûkên zarokan, edebiyata siyasî û pirtûkên bîranînan di nav xwînerên Kurd de hê jî gelekî tên xwestin.
Dayîk girîngiyê didin pirtûkên zarokan
Hero Nezmiyê got, "Li gorî tecrubeya xwe ez dikarim bibêjim ku li Rojhilatê Kurdistanê xelk herî zêde pirtûkên siyasî û bi taybetî jî bîranînên siyasî dixwîne.
Dayîkên ciwan girîngiyeke taybet didin pirtûkên zarokan, loma eleqeyeke baş ji bo wan jî heye.
Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ne zimanekî fermî ye û li dibistanan ji zarokan re nayê fêrkirin. Ji ber vê yekê ji bo ku zarokên me fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin, em neçar in ku wan li malê fêr bikin."
Fuara Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji bo weşangerên Kurd ne tenê derfetek e ku xwe bigihînin xwînerên Kurd.
Ev fuar di heman demê de alîkariya wan dike da ku li hemberî şert û mercên xerab ên aborî yên li welatê xwe karsaziya xwe li ser pêyan bihêlin.


