Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Konferansa Navneteweyî ya Hişê Çêkirî bi beşdariya pispor û mamosteyên zanîngehên navxwe û biyanî dest pê kir.
Di konferansê de astengî û derfetên hişê çêkirî yên li ser sektora endezyariyê tên gotûbêjkirin.
Konferans bi amadebûna hejmarek pispor û lêkoleran ji aliyê Zanîngeha Zaxoyê ve û bi hevkariya zanîngehên Şirnex, Soran, Polîteknîka Dihokê û Akrê dest pê kir û dê 2 rojan bidome.
Armanca sereke ya konferansê pêşkêşkirina lêkolînên herî nû yên li ser bandorên hişê çêkirî yên li ser endezyarî û mîmariyê ye.
"Divê em ji bo hişê çêkirî yasayan deynin"
Yek ji organîzatorên konferansê Dîndar Şemsedîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Armanca me ya ji vê konferansê diyarkirina bandor û metirsiyên hişê çêkirî yên li ser paşeroja endezyariyê ye."
Dîndar Şemsedîn her wiha anî ziman:
"Eger em neafirînerên hişê çêkirî bin jî, pêwîst e em bi rêya zanist, çand, ziman û bernameyên taybet yasayan jê re deynin, çimkî paşeroja me bi wan bipêşketinên cîhanî ve girêdayî ye."
27 lêkolîn hatin qebûlkirin
Şemsedîn derbarê asta zanistî ya konferansê amaje pê kir ku 67 lêkolîn hatibûn pêşkêşkirin lê piştî nirxandinê tenê 27 lêkolîn hatin qebûlkirin.
Wî her wiha da zanîn ku di roja yekem de 10 lêkolîn di 2 salonên cuda de hatin pêşkêşkirin û biryar e di roja duyem de jî 17 lêkolînên din werin nîqaşkirin.
Mazûvanên konferansê hêvî dikin ku mamoste û xwendekarên xwendina bilind sûdeke zanistî ya baş ji vê çalakiyê wergirin ku mil bi milê welatên bipêşketî gavan biavêjin.
Piştî bidawîhatina konferansê, hemû lêkolînên qebûlkirî dê di çarçoveya pirtûkekê de werin çapkirin û belavkirin ku bibe çavkanî ji bo nifşên paşerojê û xwendekarên zanîngehê.
.jpg&w=3840&q=75)


