Hewlêr (Rûdaw) - Nasir Rezazî ragihand ku 56 stranên wî yên nû ku 4 albuman li xwe digirin ji bo belavkirinê amade ne lê ji ber nebûna piştgiriya darayî û sponsoran nikare wan belav bike.
Hunermendê navdar Nasir Rezazî ji Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Nizar Ceza re axivî û qala berhemên xwe yên nû kir.
Nasir Rezazî gazin ji nebûna piştgiriyê kir û got:
"Xelk wisa dizane berhemên min nînin lê berhemên min hene û sponsora min nîne.
4 albumên min ên nû amade ne lê du ji wan ji ber nebûna piştgiriya darayî nehatine belavkirin.
Hêviya min ji kesî nîne û serê xwe jî ji bo kesî natewînim.
Dibe ku ez bi rêya konseran an jî bi her awayî be lêçûnên wan bi xwe dabîn bikim."
Straneke nû ji bo Silêmaniyê
Nasir Rezazî eşkere jî kir ku wî di 3 mehên borî de zêdetirî 10 stranên nû belav kirine ku yek ji wan ji bo Kirmaşanê û ya din jî bi zaravayê Kelhûrî ye lê ji ber pirsgirêka mafê çêkirinê zêde nehatine dîtin.
Hunermendê navdar li ser strana xwe ya herî nû ya ji bo bajarê Silêmaniyê jî got:
"Min ji bo bajarê Silêmaniyê stranek gotiye ku tê de min devokên Babanî û Erdelanî li gel hev pêşkêş kirine.
Ez hêvî dikim ku di nava mehekê de belav bikim."
Nasir Rezazî li ser dabeşkirina alîkariya darayî ya ji bo hunermendan rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtin û da zanîn:
"Ev 2 sal in pereyekî kêm wekî alîkarî didin stranbêjan lê nedane min, tevî ku her du wezîran jî îmze kiribû.
Ez nizanim sedem ew e ku ez Kurdê Rojhilat im an jî sedemeke din heye."
Nasir Rezazî kî ye?
Nasir Rezazî sala 1955an li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Rezazî di 14 saliya xwe de bi strana "Desmalê û Desmalê" derketiye ser dikê.
Ew zêdetirî nîv sedsal e bi stranên neteweyî, şoreşgerî, folklorîk û evîndariyê xizmeta muzîk û hunera Kurdî dike.

.jpg&w=3840&q=75)
