Rewan (Rûdaw) - Berhevkara stran û kilamên Kurdî Cemîla Celîl, bi dehan salan xizmeta muzîka Kurdî kiriye û roleke wê ya mezin di damezirandina Fona Zêrîn a Radyoya Rewanê de heye.
Cemîla Celîl derçûya Konservatuara Erîvanê ye. Wê 35 salan edîtoriya beşa muzîkê ya weşana Kurdî ya Radyoya Rewanê kiriye.
Cemîla Celîlê bi sedan stran û kilamên Kurdî derbasî ser notayan kirine û wekî pirtûk dane çapkirin.
35 sal xebat û arşîveke zêrîn
Cemîla Celîla ku karmenda berê ya Radyoya Rewanê bû, li ser destpêkirina xebata xwe got:
"Sala 1967an min li beşa Kurdî ya radyoyê wekî redaktor dest bi kar kir û ez 35 salan xebitîm.
Sala 1964an cara ewil pirtûka min çap bû. Tevî nota û tekstan bi giştî 75 stran hatin weşandin.
Sala 1965an jî ew pirtûk li Moskowê hat çapkirin."
Cemîle Xanê dengê bi dehan dengbêj û stranbêjên Kurd ên Ermenistanê li studyoyên radyoyê tomar kiriye, parastiye û gihandiye nifşên îroyîn.
Provayên kilam û stranên ku di studyoyên radyoya dewletê de dihatin tomarkirin, pêşî li mala wan dihatin kirin.
Mala Celîlan navenda çandê bû
Cemîla Celîlê derbarê rola bavê xwe de got,"Hîmdarê arşîva stran û awazên Kurdî bavê min Casimê Celîl bû.
Wî 700 kilam, stran û awazên Kurdî kom kirin. Bavê min ew karê mezin kir.
Arşîv bi Şamilê Beko re dest pê kir. Ji sifirê dest pê kir û gihîşt heta 1500 stranan."
Mala wan, mala çar xizmetkarên çand, dîrok û zimanê Kurdî bû: Bav Casimê Celîl, kurdnasên navdar Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û Cemîla Xan bi xwe.
Heta niha li Ermenistan, Rûsya, Kurdistan û Ewropayê 13 pirtûkên Cemîla Celîlê yên li ser muzîka Kurdî hatine çapkirin.
Cemîla Celîlê derbarê tomarkirina stranan de got, "Stran hebûn ku dihatin li mala me digotin lê li studyoyê nedihatin tomarkirin.
Stranên Egîtê Têcir ên mîna Mem û Zîn, Ker û Kulik, Siyabend û Xecê Zerê... Bavê min got bêguman agahiyê bişînin bila Şamilê Beko jî bê.
Ji bo stranên Egîtê Têcir, bila Şamilê Beko meyê lêxe û Taharê Emer jî bilûrê lêxe. Bi vî awayî hat tomarkirin û ket fondê."
"Me nizanibû dengê me çi qasî bandor kiriye"
Weşana bi zimanê Kurdî ya Radyoya Rewanê ji bo propagandaya îdeolojiya sosyalîzmê hatibû vekirin lê karmendên radyoyê karî ku vê amûrê ji bo belavkirin û parastina muzîk û çanda neteweyî bi kar bînin.
Cemîla Celîlê bal kişand ser bandora radyoyê ya li ser Kurdên parçeyên din û anî zimên:
"Me nizanibû ku Kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraqê ji stranên me yên ku li vir dihatin tomarkirin ew qasî hez dikin. Ti kesî ji me nizanibû.
Heta ku Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û çûn û hatin çêbû, em pê hesiyan ku radyoyê bi stranan çi roleke mezin lîstiye.
Hîn jî dibêjin û qal dikin ka radyoya bi zimanê Kurdî ya ji Ermenistanê çi bandor li ser wan hiştiye."
"Xelîlê Evdile mîrê zirneyê bû"
Cemîle Xan gelekî li ber xwe dikeve ku çend hunermendên ku Fona Zêrîn bi keda wan hatiye dagirtin hatine jibîrkirin û nifşê nû bi başî wan nas nake.
Cemîla Celîlê bi xemgînî qala hostayê zirneyê Xelîlê Evdile kir û got:
"Xelîlê Evdile qisûr bû, ji bo xebata xwe dilêş bû lê mixabin ew qîmet û şadiya ku civakê didayê nedît. Ev yek ji bo min gelekî dilêş e.
Eger ez binirxînim: Şamilê Beko vîrtuoz bû, Egîtê Cima profesyonel bû lê Xelîlê Evdile mîrê zirneyê bû. Ne carekê, ducaran mîrê zirneyê bû!"
Stran û folklora Kurdî ya ku Cemîla, Ordîxan û Celîlê Celîl kom kirine, bi 25 cildan hatiye amadekirin û heta niha 9 cild hatine çapkirin.
Cemîla Celîl îro jî tevî temenê xwe yê mezin, tenê ji bo parastin, xwedîderketin û nasandina nirxên neteweyî xeman dixwe û dixebite.



.jpg&w=3840&q=75)